Di pênc rojên dawî de, rêberên Heşda Şebî yên li Iraqê yek bi yek serdana Kerkûkê kirin. Di nav serdanvana de serokê Heşda Şebî Falîh Feyyaz û serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê Ammar el-Hekîm jî hebûn. Gelek çavkanî dibêjin ku rêberê Esaib-î Ehlî Heq Qeys el-Xezalî jî bi veşartî hatiye bajar û li bajar hin civîn pêk anîne.
Piştî hilweşîna rejîma Sûriyê, rewş li Iraqê jî aloz bû. Dewleta Iraqê ji ber ku bandora rewşa Sûriyê ya li ser Iraqê bi pileya yekem tesîrê dike, gelekî aloz û nerihete. Komên Şiî yên Iraqî ku bi Îsraîlê re di nav aloziyek devkî û leşkerî de ne, hê bêtir aloz in û dixwazin li gorî her êrîşekê tevbigerin. Tevgera Şiî ya vê dawiyê li Kerkûkê jî wek beşek ji xwe û hevalbendên xwe ji nû ve plansazkirina li gorî vê serdemê tê dîtin.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku Falîh el Feyyaz li Kerkûkê rêzek civînên veşartî pêk anîne. Her wiha agahî hene ku Feyyaz bi Qeys Xezalî re jî hevdîtin kiriye ku bi dizî li Kerkûkê ye. Agahî hene ku malbata Qeys Xezalî, ku ji ber daxuyaniyên xwe yên tund ji Îsraîlê ditirse, ji 6 mehan ve ye li Silêmaniyê ye û ew bi xwe jî piranî li Kerkûkê ye. Ne tenê Qeys el Xezalî, gelek rêberên Heşda Şebî malbatên xwe şandine Silêmaniyê.
Beşek din ku Falîh el Feyyaz pê re hevdîtin kiriye jî komên Tirkmen û hin Sunnî ne ku di nav Heşda Şebî de cih digirin.
Bi YNK û PKK ê re jî hevdîtin pêk hatin
Beşek din ku Falîh Feyyaz bi dizî pê re hevdîtin kiriye jî PKK û YNK ne. Tê gotin ku Heşda Şebî dixwaze her du hêzan bibîne li hemberî îhtîmala ku YNK û PKK di pêvajoya ku tê jiyîn de li pey rêyên siyasî yên cuda bikevin.
Çavkaniyên ku Darka Mazî gihîştiye dibêjin ku sekreterê Falîh Feyyaz bi rêveberên YNK ê re hevdîtin kiriye. Di hevdîtina bi YNK ê re xala sereke ya ku derket pêş ev bû ku “ji YNK ê hat xwestin ku pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya li Herêma Kurdistanê dirêj bike û asteng bike ku hikûmeta nû nehê avakirin”. Her wiha derbarê zevîyên gaza Kor Mor û mijarên enerjiyê de jî bi YNK ê re hat axaftin. Wekî din, hat nîqaşkirin ku piştî Sûriyê kar û barên wek petrol, spîkirina pereyên reş û hwd. ku di ser rêya Îran-Silêmanî-Kerkûk-Iraqê re dimeşin, divê çawa bên meşandin hat nîqaşkirin.
El Feyyaz nûnerê Cemîl Bayik Nedîm Seven dît…
Her wiha agahî hene ku sekreterê Feyyaz bi endamê Konseya Rêveber a KCK ê Behzad Çarçel (Nedîm Seven) ku wek nûnerê Cemîl Bayik e û kesekî ku di komîteya pêwendiyên derve yên KCK ê de dixebite re hevdîtin kiriye.
Çavkanî dibêjin ku serokê Heşda Şebî dixwaze saziyên ku heta niha pê re hevkar bûne biceribîne û derbarê YNK û PKK ê de hin gomanên wî hene. Li gorî çavkaniyan, Heşda Şebî ji gotarên rêveberiya Rojava yên li dijî Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê li Sûriyê nerazî ye. Her wiha xwest derbarê pêvajoya ku li Îmraliyê pêş dikeve û helwesta PKK ê ya di têkiliyên bi Tirkiyeyê re de agahdar bibe. PKK ê bi Heşda Şebî re têkiliyên leşkerî û siyasî pêş xistibûn û têkiliyên wan ên aborî jî hene. Ev xebatên ku bi taybetî di ser Şengalê re dihatin meşandin, ji ber guhertina rejîmê li Sûriyê sekinîn. Yanî hemû xalên hevpar ên di navbera Heşda Şebî û PKK ê de derbe xwarin. Niha Heşda Şebî dixwaze PKK helwesta xwe zelal bike.
El Feyyaz diyar kir ku ew bi taybetî derbarê yekitiya di navbera Kurdan de li Rojava û mijara çareseriya ku dê Amerîka û Îsraîl pêşniyar bikin de nerihetin. Li gorî çavkaniyan, Heşda Şebî xwest ku PKK ji hin xalên li çiyayê Şengalê derkeve.
Hat ragihandin hevdîtinên ku bi dizî pêk hatin hevdîtinên pêşîn in û biryar hat dayîn ku şandeyên asta jêr de hin mijaran de hinek biryara bigirin.
Heşda Şebî û Şiiyên Iraqê bi diltirs in
Operasyona bi navê Tofana Eqsayê ya ku Hemasê di 7 ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê pêk anî, bandoreke bumerangê çêkir û tofan li dewlet, sazî û hêzên paramilîter ên di nav eniya Şiî de ku Îran jê re dibêje “Mihwera Berxwedanê” vegeriya. Îran ji hemû erdnîgariyên ku ji sala 2011 an û vir ve gav bi gav ketibûyê hat derxistin. Hilweşîna rejîma Esed ji bo Îranê bû derbeyeke herî kujer. Niha jî çav li ser Yêmen û Iraqê ne. Bi taybetî jî Iraq ji bo parastina Îranê wek derwazek stratejîk e û satirekî pêş e. Û heman dem ji ber ku cîranê Sûriyê ye jî, tê dîtin ku dê di nav armancên pileya yekem de be bo Îsraîl û Emerîka. Ev hilweşîna babelîskî ya ser bi Sûrîyê de hatî Şiiyên ser bi Îranê ve xistina nava tirs û xofê kî mezin.