Gelo PKK dê ji Rojava derbikeve?
Pirsa çarenûsa Sûriyê li ser rojeva hemû cîhanê û bi taybetî jî ya Rojhilata Navîn e. Ji bo Kurdan jî, mîna salên 1920 an, demeke dîyardeya qederî ye. Derfet û şansek li ber Kurdan heye ku Peymana Lozanê, ya ku Başûrê Kurdistanê di salên 1990 û 2004 de qelişandibû, bi tevahî bişkînin. Di rastiyê de, di nav nîqaşa paşeroja Sûriyê de jî Kurd di navenda serekî de ne. Ji ber ku derfeta hevsengkirina beşa tûndrewên Sunnî-Ereb ku rêveberiya navendî digire dest xwe, bi Kurdan re heye. Lê belê pirsa Kurdan hîn jî di nava alozîyekî mezin da ye.
Pirsên girîng ên wek “Gelo Kurd dikarin bi hev re tevbigerin?”, “Evdilla Ocalan li ser pirsa Rojava bi dewleta Tirk re çawa li hev kir?” tên nîqaşkirin û pirsa herî girîng, ya ku di bingeha van hemû pirsên din de ye, ev e: “Gelo PKK ji Rojava derdikeve?”
Divê kî ji Rojava derkeve?
Berî her tiştî, ev pirs ji cihekî çewt tê nîqaşkirin. PKK dixwaze mijarê bike pirsa “şervanên ku çûne alîkariyê”, ENKS jî bi awayekî dûrî ferasetê mijarê rast nayîne rojevê. Ji ber vê yekê, dema tê gotin “Bila PKK ji Rojava derkeve”, wisa xuya dike ku tê gotin “bila gerîlayên Bakurî û Rojhilatî yên ku çav û lingên xwe winda kirine û deh sal e li Rojava xebat kirine, çenteyên xwe hildin û herin”. Li hemberî vê jî bersivên wek “bêrêzî, bêwefayî” tên dayîn. Lê belê yên ku qala “bila derkevin” tên kirin ne ew şervan in. Divê li her parçeyê Kurdistanê mafê jiyanê ji bo gaziyên şer, şervanan û Kurdên din ên ku nikarin li bajarên xwe bimînin hebe.
Herwiha li Başûrê Kurdistanê jî bi hezaran mirovên ku ji PKK ê veqetiyane û metirsiya girtinê-kuştinê li Tirkiye û Îranê li ser wan heye, dijîn. Eger Rojava jî dê bibe Kurdistanî, helbet divê ev yek hebe. Gazî, westiyayên şer, kesên ku hîn çalak in û dixwazin li wir xizmetê bikin, dikarin bimînin û divê bimînin.
Tiştê ku divê li Rojava nemîne ev e: “Sîstema ku PKK bi rêya Rojava li gorî berjewendiyên xwe rojane bi rê ve dibe û bi rêya Rojava li Ewropa, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê bazara sîyasî dike. Ango sîstema partîpersetîya pkk ê”
Erê, gotina “Bila PKK ji Rojava derkeve” ne gotineke çewt e. Her kesê ku piştî sala 1999 an, dema Evdilla Ocalan çû Tirkiyeyê, cihgirtina PKK ê ya li Rojhilata Navîn fêm kiriye, dikare rewşê bibîne.
Li bin projeyên partiyên hevbeş ên Evdilla Ocalan çi heye?
Evdilla Ocalan di sala 2002 yan de ji Îmraliyê fermanek şand Qendîlê û xwest ku PKK li her parçeyê rêxistinên cuda ava bike. Ocalan ev talimat ne tenê di bin çavdêriya dewleta Tirk de, lê wekî beşek ji projeya ku bi dewleta Tirk re hatibû çêkirin, pêşniyar kir. Ev partî hatin avakirin da ku PKK kontrola Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê hêsantir bike, Kurdan bi îdeolojiya Ocalan a dijî-dewlet û dijî-serxwebûnê ve girê bide, û Kurdan wek civakeke xizmetkarên sîstema kolonyal demokratîze bikin birêve bibe. Em bi kurtî li mîsyona van partiyan binêrin.
Li Bakur, partiyên wek DEHAP ku beşên radîkal ên Kurdistanî tê de bûn hatin fesih kirin û derbasî partiyên wek DTP ê bûn ku armanca wan Tirkiyeyîbûn bû.
Li Rojhilatê Kurdistanê PJAK, li Başûrê Kurdistanê PÇDK (ku paşê navê wê bû Tevgera Azadî), li Rojava PYD hate avakirin. Erkê van partîyên herêman ew bû ku van dewletên kolonyalîst demokratîze bikin. Di rastiyê de, ev sazî ji aliyekî ve bûn amrazên PKK ê yên ku Kurdan ji fikra serxwebûnê dûr dixistin û fikra Kurdayetî nerm dikirin. Ji aliyê din ve jî bûn saziyên ku têkiliyên PKK ê ên bi van dewletên kolonyal re veşêrin. Û piştî vê dîrokê jî bi van rêxistinên li van parçeyan re danûstandin bi dagirkeran re pêş xistin.
Mînak,PJAK di sala 2003 yan de hate avakirin https://darkamazi.info/archives/1034023.. Bi dehan ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tevlî PJAK ê bûn. Lê PJAK bû amrazê danûstandinê yê Cemîl Bayik bi Îranê re. Ji sala 2012 an û vir ve, di demekê de ku herî zêde derfeta têkoşîna Kurdan li dijî Îranê li Rojhilata Navîn hebû, PJAK ji ber ku lihevkirina PKK-Îranê, gulleyek jî berneda pastarên Îranê û PJAK hatiye veguherandin bo hêzên parastina sînorê Îranê. Ji ber vê yekê, niha li ser endamê PJAK ê Werişe Muradî biryara îdamê hatiye dayîn, lê Cemîl Bayik bi garantiya Îranê li derdora Silêmaniyê dijî. PJAK çi lê hatiye, di vitrînê de çend Rojhilatî hatine danîn lê di bingehê de komek kadroyên Bakurî yên ku Cemîl Bayik bi rê ve dibe her PJAK ê dimeşînin.
Wek mînak PÇDK, rêxistinek e bo Başûr hati bû damezrandin. Li derdora Silêmaniyê û Ranyayê bandora wê hebû. Dema ku PKK û YNK bi sponsoriya Îranê hatin ba hev, şerta yekem a YNK ê ev bû: “Bila PÇDK bê girtin, Diyar Xarîb ji Silêmaniyê derkeve”. PKK ê jî ev şert bi cih anî û çend kadroyên xwe yên Başûrî ji Başûr kişand û ji kadroyên Bakurî qeyûm li başûr teyînkir.
Li Rojava jî rewş eynî ye. Dema ku kadroyên PYD ê di zindanên Sûriyê de îşkence didîtin, Cemîl Bayik li Şamê, di mala PKK ê ya li Mezzeyê de dijiya.
PKK li Bakur çi kir? Xendek kolan, gelê Bakur li dijî xendekan derket, gelek serokên şaredariyan li dijî derketin. Lê PKK ê ji gel re çi got? Bi gotina “em ê xendek bikolin û Tirkiyeyê mijûl bikin, em ê Rojava biparêzin, hûn Rojava nafikirin” rêveberiyên Bakur bêdeng kirin. Her çiqas xuya dike ku Bakur ji bo Rojava hatiye qurban kirin jî, di rastiyê de mebesta wan ne ew bû. Bakur ji ber lihevkirina PKK ê bi hin muxalîfên nav Tirkiyeyê, Rûsya û Îranê re hate qurban kirin.
Çima em van mînakan didin? Ji ber ku ev tişt divê baş bê dîtin: Stratejîya PKK ê ya ji bo her parçeyekî Kurdistanê partiyek, îradeya wan parçeyan desteser dike, pêşiya tevgera xwecihî ya wan parçeyan digire, astengî li pêşiya biryardayîna li gorî berjewendiyên parçeyên xwe derdixe. Çi dimîne? Li gorî hevdîtinên PKK ê bi îstixbaratên dagirkeran re, ev partî wek peyikên şetrencê pêş û paş tên înan û birin ji bo parastina wezîr û şahê rastîn, yanî kesên wek Ocalan û Cemîl Bayik pêngav tên avêtin.
Lê Binêrin, li Şengalê PKK, YBŞ ava kir. Li ber çavên her kesî, tenê ji bo têkiliyên baş yên bi Bexdayê re, beşek ji Êzidîyan bi rêya YBŞ ê bi Bexdayê ve hatin girêdan û ji Kurdistanê hatin qutkirin.
Ji ber vê yekê em dibêjin ku stratejîya PKK ê ya avakirina partiyên cuda li her çar parçeyên Kurdistanê ziyan daye fikra yêkrêzîya netewa Kurd.
Ji bilî PKK, divê her parçe di warê siyasetê de serbest be da ku karibe li gorî berjewendiyên xwe tevbigere. Kurd niha ne di pozîsyona tenê yek dost, tenê yek dijmin, tenê yek hevpeyman de ne. Her parçe li gorî taybetmendîyên xwe sîyaset bike.
Bagawazîya “Bila PKK ji Rojava derkeve” ji bo astengkirina dagirkerîya dewleta Tirk e
Ne hewce ye ku em xwe bixapînin, divê gotina PKK ê ya “Em li Rojava tune ne, hinekî şervanên ku çûne alîkariyê hebûn” jî mene nexapîn. PKK li Rojava heye. Li Rojava Koordînasyoneke PKK ê heye. Di vê koordînasyonê de berê kesên wek Sebrî Ok, Elî Heydar Qeytan, Fatma Dêrsim, Sozdar Avesta hebûn. Biryarên sereke li vir tên girtin. Di navbera vê koordînasyonê, Cemîl Bayik li Silêmaniyê û Mezlûm Ebdî de mekanîzmayeke sêalî heye. Ji ber ku Ebdî ji ber sedemên ewlehiyê li binkeya Amerîkayê dimîne. Lê tevahiya pêvajo ji aliyê PKK ê ve tê birêvebirin. Mezlûm Ebdî bi Amerîkayê re hevdîtinan dike, lê PKK ji aliyekî ve bi Îranê re hevdîtinan dike, ji aliyê din ve jî bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dike.
PKK ji sala 2013 an û vir ve bi rêya Rojava xwe bicih kir û bivê hincetê li gelek dewletên Ewropa û Rojhilata Navîn bi cih bû. PKK bi rêya Rojava gelek berjewendiyên aborî, lojîstîk, siyasî û hwd bi dest xist. Em dikarin bibêjin ku stratejiya PKK ê ya leşkerî û şerê gerîla yê 40 salî di şexsê Bakurê Kurdistanê de bi dawî bûye. PKK ê sengerên xwe yên girîng li Bakur û Başûr, û hema bêşe hemû kadroyên xwe yên leşkerî û siyasî yên nifşa duyemîn winda kiriye. Ligel vê yekê, tiştê ku PKK li ser piyan hişt Rojava û Îran bû. Niha Îran di nava têkçûneke mezin da ye. Tenê di destê PKK ê de Rojava maye. PKK jixwe niha rêxistinên wek KNK û hwd tijî Rojava kiriye. PKK ji Rojava dernakeve.
Hin derdor dibêjin ku bangawazîya bila “PKK divê ji Rojava derkeve” xizmet ji dewleta Tirk re dike. Na, berevajî, ev jinav birina serwerîya dewleta Tirk ya li ser Rojava ye. Di hevdîtinên di navbera Ocalan-dewlet-PKK ê de jî tenê yek mijar heye: jinavbirina Rojava.
Kolonyalîst dixwazin çarenûsa PKK ê û çarenûsa Rojava, heta ya hemû Kurdan wek hev nîşan bidin. Em li dijî vê yekê derdikevin. Em behsa gumanên li ser dîroka PKK ê û hwd nakin. Em dibêjin ku ji bo berjewendiya Rojava, PKK divê ji Rojava derkeve.
PKK wek zêhniyetê ne tevgerek e ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd ji cihekî vekişe. PKK gel ji xwe re dike qurban, dibêje me berxwe da, me têkoşîn kir Rojava milkê me ye û dernekeve. Niha wek ku ji Rojava dernakeve, ji ber ku pêşerojê di Rojava de dibîne, dê zêdetir xwe bi Rojava ve bigire û hewl bide zêdetir bixe bin kontrola xwe. Helwesta Mazlûm Ebdî û xebatkarên Rojava xwedî girîngîyekî dîrokî ji bo pêşeroja Rojava.