Rêxistina PKK ê ya Rojhilatê Kurdistanê PJAK çî ye? Kengî hatiye damezrandin?

Ji dema ku serhildana şoreşgerî ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirî, navê rêxistinên PKK ê yên Rojhilatê Kurdistanê û rûyê kadroyên wan zêdetir xuya bû. Rêxistinên ku PKK ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê ava kiribûn ku ji şerê Qendîlê yê 2011 an û vir ve qet nehatibûn dîtin, ji nişka ve di çapemeniyê de derketin ser dîkê. Me rêvebirên van pêkhateyên PKK ê û navên wan weke PJAK, KODAR, YRK û KJAR û KCR di çapemeniyê di bînin.

Stratejiya Ocalan a “Partiyên ku dê welatên kolonyalîst demokratîk bikin”

PKK bi Îranê re xwedî dîrokeke dom û dirêj e. Di destpêka salên 2000 î de dema ku li Rojhilatê Kurdistanê çen tevlîbûnek çêbûn PKK ê rêxistinek bi navê “Cûmbûşa Gel” damezrand û li ser sînorê Bakur dest bi xebata xwe kir. Li ser nerazîbûna Îranê ev rêxistin ji nişkave ji holê hate rakirin.

Di sala 2002 an de bi talîmata Evdila Ocalan dema ku di girtîgehê de bû, PKK ê li çar parçeyên Kurdistanê dest bi avakirina partiyên weke PYD, PJAK û PÇDK ê kir.

Armanca van her çar partiyan “Demokratîkkirina welatên ku pê re têkildar in” bû, yanî Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq wê werin demokratîze kirin.

PJAK bi vê talîmata Ocalan ji bo Rojhilatê Kurdistanê hate ava kirin

Tevlîbûna ciwanên Rojhilat di nava PKK ê de

Di salên 2000 an de gelê Rojhilatê Kurdistanê di nava lêgerîneke nû de bû. Bi taybetî jî geşedanên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bandor li Rojhilatê Kurdistanê dikirin. Ciwanên bi taybetî ji zanîngehê xwestin çalakiyan li dar bixin. PKK ya ku li ser sînor bi destûra Îranê tevdigerîya, bû navnîşana serlêdana ciwanan.

Di destpêka salên 1990 î de PKK li ser sê xalên sereke bi Îranê re li hev kiribû û yek ji wan jî ew bû ku “PKK ciwanên Rojhilatê Kurdistanê nagire nav rêzên xwe”. Piştî girtina Evdila Ocalan di sala 1999 de, dema şerê navbera PKK û Tirkiyê rawestiya, Îran ji vê rewşê nerehet bû. Li Urmiyê û Tehranê nexweşxane û saziyên rêveberiyên PKK ê girtin. Li ser PKK ê dest bi zextan kir. Hejmareke sînordar a ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di nava PKK ê de bû sedema tevlîbûna hin ciwanên Kurd. Cemîl Bayik paşê li ser van tevlîbûna got “Îranê hinek ji wan wek ajan şandine nav me”. Ciwanên tevlî dibûn xwedî şayînên akademîk bûn. Ev ciwan bi talîmata Ocalan ji bo avakirina partiyê hatin ba hev.

Evîna mezin a Osman Ocalan ji Rojhilat re

Birayê Evdila Ocalan Osman Ocalan(Ferhat) kesayetek cuda bû. Ji bo avakirina partiyeke ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li geliyek kûr li quntara Çiyayê Qendîlê li beramberî Sengeserê, dest bi xebatê kir. Ne tenê kadroyên di nava PKK ê de, her wiha hin navên navdar û rêzdar ên ku berê di nava partiyên din ên Rojhilat de cih girtine jî ji bo xebateke nû ya partiyê nerm nêzîk bûn.

Dem dema avakirina partiyeke nû bû. Xebatên amadekariyê ku di havîna 2003 an de li geliyê Rizgê yê Qendîlê bi navê dola Şehîd Harûn dest pê kiribû, di 15 ê Îlona 2003 an de bi dawî bû û partî hat avakirin.

PJAK dîroka damezrandina xwe jî vedişêre. Ew dibêje ku di 4 ê Nîsana, 2004 de hatî ye damezrandin. Hat gotin ku ji bo 4 ê Nîsanê rojbûna Evdila Ocalan ev dîrok hatîye hilbijartin. Ango dîroka damezrandinê PJAK ê jî xelet tê ravekirin.

Her wiha wateyekî taybet a navê PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) jî hebû. Ya yekem, Ocalan nexwest ku navê Kurdistanê di nav partiyên ku tên damezrandin de hebe. Ev talîmat hat dayîn. Ji ber vê sedemê jî navê PYD ya ku wê demê hatiye damezrandin navê Kurdistan cî negirt. Lê komîteya amadekar a kongreyê û şanda kongreyê gotin ku nebikaranîna navê Kurdistanê xelet e. Bi rastî jî delegeyekê ev helwesta PKK ê rexne kir û got, “Eger li ser navê me Kurdistan nebe, em ji bo çi, ji bo kîjan erdnîgarîyê  wê şer bikin?” û navê Kurdistanê hat bikaranîn.

Mijara duyemîn jî bikaranîna peyva “jiyan” bû ku ev nav di lîteratûra PKK ê de nîne. Ev jî diyariya Osman Ocalan bû. Osman Ocelan wê demê li gel qîzikekî Rojhilatî bi navê Jîyan (Kewe S) têkilîyên hestîyarî hebûn.  Osman Ocalan piştre bi vê qizikê re zewicî. Osman ji ber navê dezgirtîya xwe navê partîya Rojhilatê Kurdistanê kir partîya “Jîyana” azad. Hat zanîn ku Osman Ocalan tevî nerazîbûnên her kesî jî lê wî bo hezkirina xwe ya Jiyan ê ev nav li ser kongereyê farz kir. Ji ber vê yekê ev nav bi salan e di nava PKK ê de weke pêkenok tê vegotin.

Çîroka despêka PJAK ê ev e. Lê piştre pêvajoyên bi lez pêş dikevin û ev derketina PJAK ê vediguhere esaretê.

Xebatkarên damezrîner ên PJAK û Şapur Bodîşava

Di nava PJAK ê de ciwanên Kurd ên îdealîst û welatparêz hebûn. Ji Ewropayê jî kesên sivîl hebûn. Kesên di damezrandina PJAK ê de kar kirî Kurdistanî bûn. Ala Kurdistanê ya ku PKK qebûlnedikir li kamp û kongreya xwe daliqandin. Bi partiyên din ên Rojhilat re danûstandin dikirin. Her wiha ji bo ku ji Emerîkayê harîkarî wergirin hinek hewldanên hevbeş ava dikirin. Bi taybetî kesekî bi navê Sîpan Rojhilat(Şapûr Bodîşava) di nava PJAK ê de pêşeng bû. Ev şoreşgerê ku navê wî yê rast Şapûr Bodîsava, pismamê serokê serhildana Rojhilatê Kurdistanê ango Simko Şikak bû. Wî 7 ziman dizanîn û li Emerîka perwerde dîtibû. Dîplomatekî zîrek û xebatkarê Rojhilatê Kurdistanê bû. Îran bi taybetî ji Sîpan Rojhilat ditirsiya.

Hevdîtina Cemîl Bayik bi Îtlaatê re

Di zivistana 2003-2004 an de di nava PKK ê de dubendiya siyasî dest pê kir. Di layekê de di navbera Osman Ocelan-Nîzametîn Taş de, di layê din de jî di navbera Cemîl Bayik-Mistafa Qarasu de nakokîyên mezin rûdan.  Ji ber dostaniya xwe ya qedîm Îranê di nav van baskan de piştgirî da Cemîl Bayik.

Di Sibata 2004 an de, li herêma Qendîlê dola gundê Sûredê, di navbera Cemîl Bayik û kesên payebilind ên îtilaata hêzên Îstixbarata Îranê de civînek hat lidarxistin. Civîna ku Cemîl Bayik bi tena serê xwe beşdar bû, çar rojan dewam kir.

Mijara wê civînê ku nehatine eşkerekirin, îro jî bingeha peywendiyên PKK-Îranê pêk tîne. Çend xalên wê civînê ku bi mijara me re têkildar ev in:

  • PKK dê li dijî emperyalîzma Emerîka û bandorên wê yên li herêmê raweste.

  • Hebûna PJAK ê wê bidome, neyê hilweşandin, lê kesên netewperwer yên Rojhilatî divê têde cih negirin. Wê li dijî îradeya gelê Rojhilatê Kurdistanê ya dewletxaz û fikrên cûdaxazî ên radîkal şerekî fikrî were meşandin.

  • Ciwanên ku di nava lêgerîna bandorbûna geşedanên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê de ne, li şûna ku bigehin partîyên Dewletxwaz wê di nava PJAK ê de bên hiştin.

  • Pêkhateya leşkerî ya ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê bi navê HAK Hezên Azadiya Kurdistanê hatiye avakirin, wê bê tasfîyekirin û rê li çalakiyên wê yên li hundir bê girtin.

Piştî vê civînê serberjêr çûna PJAK ê dest pê kir.

Tesfiyekirina fikr û kesên radîkal û kedîkirina PJAK ê

Kadroyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava PJAK ê de haya wan ji rastî û dîroka PKK ê tunebû. Wan bi rastî we difikirî ku ew ê serbixwe tevbigerin. Hate gotin ku sivîlên ji Ewropayê hatine û tevlî PJAK ê bûne ajan in û bi zanebûn hatine nava rêxistinê. Ev kesane dîsa şandin Ewropayê. Navê hêza leşkerî ya HAK ê bû HRK,YRK û dîsa bi HPG ê ve hate girêdan.

Zextên li ser kadroyên xurt ên di nava PJAK ê de dest pê kir. Hevdîtinên dîplomatîk sînordar bûn, pereyên PJAK ê hatin desteserkirin.

Ya herî girîng jî kesê bi navê Sîpan Rojhilat ku di nava PJAK ê û derveyê PJAK ê de karên girîng dikir, di sala 2004 an de li nêzî Kampa Mexmûrê ji aliyê endamên PKK ê ve hate revandin û hate qetilkirin. Ev ji bo xebatkarên Rojhilatî çavtirsandinek mezin bû. Kadroyên neteweperest ên îdealîst ên PJAK ê bi zanebûn hatin bêbandorkirin û hatin tasfiyekirin. PJAK a niha û rêxistina jinan KJAR, rêxistina ciwanan KCR û weke sîwana rêxistinê KODAR ma.

Bi vî awayî peymana di navbera Îran û Bayik de hate cîbecî kirin.

PJAK bi Îranê re hatîye dîzayn kirin. Ev kurte çîroka PJAK ê nasnameya wê ya raste. PJAK rêxistineke ku bi şirîkatiya Dewleta Îranê hatîye damezrandin. Ji sala 2004 an û vir de ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê yek pêngav neavêtî ye. Li gorî peymanên Îran û PKK ê tevdigere. Ji sala 2004 an ve PJAK li gorî yekbûna dewleta Îranê û heman demê de weke pasewanên sînorî yên Îranê hatîye erkdar kirin. PJAK ne rêxistineke Kurdistanî ye rêxistineke Îranî ye. Ji bo kevneşopiya Pêşewa Qazî Mihemmed û Qasimlo têk bibe tê bikaranîn. Çend xebatkarên durist yên di nava rêxistinê de vê rastîya PJAK ê naguhere. Em jibîr nekin ku Dewleta Îranê gelek rêxistin ji hundirde Fetih kirine û ji nav birine.  Şoreşger û neteweperwerên Rojhilatê Kurdistanê divê vê rastîya PJAK ê deşîfre bikin û li gorî wê xwedî helwest bin.

Pustên heman beş