Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku, serê sibeha îro çend dron li Silêmaniyê hatine êxistin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand, “Saet 4ê serê sibeha îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) çend dron ji bilindahiyên Ezmer û Gwîje ber bi Debaşanê ve hatin û paştir teqe lê hat kirin û hatin êxistin.”
Wê çavkaniyê amaje jî da ku, li nêzî Debaşanê bingeheke hêzên komando heye. Dema wan zanî ku ew dron ber bi Debaşanê ve diçûn, wan gule lê reşandin û ew têk birin û êxistin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê jî ew zanyarî piştrast kirin, lê hejmara wan dronan eşkere nekir. Herwesa lêkolîn li ser wê bûyerê û cihê şandina wan dronan jî hatiye destpêkirin.