Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «10»

Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «10»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.

Ocalan di vê beşa axaftina xwe ya bi şanda Îmraliyê û hinek ji rayedarên dewleta Tirkiyeyê re bi zelalî dibêje ku ew daxwaza tu dewletan ji boy kurdan nake, belku dixwaze daxwazên wan yên demokrasiyê bîne cî, Ocalan dibêje, “em ji boy kurdan weda Netew Dewletê nadin, lê belê teleba wan ya demokratîk û çandî wê were pêkanîn. Ji dewlet netewekê zêdetir wê daxwazên wan pêk bên, di meseleyên demokrasî de ez bi heyecanim, weda demokrasî ji boy gel û weda azadî ji boy jinan gelekî hêjaye. Li demê min PKK’e damezrand jî ez ewqas bi coş û heyecan nebûm, ev yek pirr bi qîmete”.

Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:

Perwîn Buldan: serokê min îsal Newroz gelekî bi coş derbas bû, bi bandora bangewaziya we tevlîbûna gel pirr xurt bû, û ji me re hat gotin we bi zanebûn daxuyaniya Newrozê rênekiriye û we gotiye bangewaziya min têrê dike.

Serok: belê min pêwîst nedît, bangewazî girîng bû, bangewaziya min weke manifestoyekê bû.

Ozgûr: serokê min di televizyonê de bi navê Vejîna Kurd Dokumanterek bi 90 beşan tê weşandin, ji zaroktîya weve destpê kirine û dirêj dirêj li ser radiwestin.

Serok: belê balkêşe (bi kenî ve) kîjan TV yê, ma TV a me?

Perwîn Buldan: belê, li medya TV û herduyan jî.

Ozgûr: di vê bernameyê de fotoyekê we hat weşandin ku beriya niha we jî nedîtiye, ji salên tapoyê we bi pênc hevalên xwe re ev wêne girtiye.

Serok: belê, ev sala bekeloriya bû, (piştî van axaftina bi yek du deqeyan Weysî, Hamîlî û Omer Xeyrî hatin ligel me li ser masê rûniştin, Weysî û Omer li kêleka serok rûniştin, Hamîlî nêvbera me de rûnişt. Ji virr pêve di hevdîtinê de amade bûn.)

Serok: belê em ji boy kurdan weda Netew Dewletê nadin, lê belê teleba wan ya demokratîk û çandî wê were pêkanîn. Ji dewlet netewekê zêdetir wê daxwazên wan pêk bên, di meseleyên demokrasî de ez bi heyecanim, weda demokrasî ji boy gel û weda azadî ji boy jinan gelekî hêjaye. Li demê min PKK’e damezrand jî ez ewqas bi coş û heyecan nebûm, ev yek pirr bi qîmete, xerabiya kapîtalîzma heyî bê sînor e, şiûrê însanan hilweşandiye. Di Olan de utopia cennetê heye, kapîtalîzmê ev jî mehiv kiriye. Bin erdê xelas kiriye, ser erdê xelas kiriye, xeyalekî tirsinak çêkiriye, hinek nivîskar, Pirtûka 84 hebû, li ser vê yekê nivîsandibûn. Em li beramberî wî dergehekî hêviyê vedikin.

Perwîn Buldan: di civakê de coşeke mezin heye.

Serok: ew kesên mûçeyên kêm werdigirin, karker û gundî hemû di rewşeke aloz de dijîn. Ew bênamûs sosyalîzmê nizanin, em dergehekî ji boy sosyalîzmê jî vedikin.

Perwîn Buldan: serokê min bi rastî jî aborî û pirsgirêkên aborî gelekî mezin in.

Ocalan: tenê evjî na, îdeolojiya şer û teknolojiya şer jî esasê dewletê vala dikin. Em dixwazin vê qet bikin û pêşketinên aborî, civakî û çandî çêbikin. Emê erdê jî bikin Gulistan, bi biratiyeke taze emê vî tiştî serxînin, kapîtalîzm yeksane bi tunekirina etîkê ve. Ev berî her tiştî etîk tune kir û hiqûq danî şînê, piştre hiqûq jî tunekir. Niha jî Trump û Çîn ketine derdê wê yekê ka niha nokler çawa bikar bînin.

(Serok berê xwe dide Perwîn Buldan) û jê re dibêje xebatkarî. Hûn gelekî xebatkarin. Di nava kurdan de kesekî gelekî xebatkar nîne. Hamîlî aliyê te jî yê pozetîv hene, lê belê kêmukuriyên tejî zorin, li ser meseleya Zazabûn û Bîngolê. (Dîsa berê xwe dide Perwîn Buldan) min tu jî gelekî rexne kiribû.

Perwîn Buldan: belê serokê min ez gelekî giryabûm.

Serok: belê, derbara çanda “Sati” min rexne li te kir, ev çand bi me re jî heye, jin ji bo mêr û malbata xwe fedakariyê dike, pêwîste em ji vê yekê rizgar bibin, roja ewil min got jineke azadî, jin ger azad nebe nabe. Bila kes şaş fêm neke ez malbatê red nakim, tu dixwazî rastiya xwe îspat bikî, jinek ku tevî van hemû trajediyan dixwaze liser lingên xwe bisekine, divê rêz lê were girtin, haydarî xwe be her demê xeterîya êrîşkirine ser te heye.

(Muxatebî berpirsekî dewletê) bi rêveber re me nîqaşek kir.

Berpirsek din: belê, me bihîst, lê sibê te dilê rêveber qezenc kir û tu pirsgirêk tuneye.

Serok: ev qanûna danustandinê ye, dema kesekî dibînî tu disekinî û silavî wî dikî, ez di balkonê de bûm, min dît destê xwe bo min livand û silavî min kir û çû, min ew dît, ez sekinîm, çima li şûna wê yekê ku ew silav bike destê xwe livand û ew çû, Meymûn bi livandina destê xwe silavî hev dikin, bê guman ez jî hêrs bûm, piştre dema bo cara yekê ew hat ya di dilê xwe de min ji wî re got, min ji wî re got ka reftarên wî yên li hember min çewane, min jê re got li ber çavên min nemîne, here û ez te nebînim.

(Li vir bi kenê ve) got, Etîk, li min binêre Badiou silavên taybet dişîne, bêy Etîk nabe bi qanûnê jî nabe, başe em dikarin bi dawî bînin.

Me ji hemû amadebûyên di salonê de xatir xwest, serok got, silavên min yên taybet bigihînin tev endamên sendîkaya Parêzeran. Weysî rojname hîn nehatine û dibe ku Rêveber wan asteng bike. Pêş ku em hemû ji salonê derkevin basî azadkirina Weysî hat kirin û berpirsan ji serok re gotin heger di 28î Nîsanê de neyê azad kirin wê di demekî kurt de were azad kirin. Serok pirsî çend mehan yan çend rojên din? Di bersiv de gotin sê mehan, serok jî muxatebî Weysî bi kenê ve got, heyanî sê mehên din tu nikarî bisekinî? Weysî bi Rêveber re me behsa azadkirina te kiriye, ew jî bas li vê yekê dike ku wê di sê mehên bê de werî azad kirin.

Serok dema rabûy û xwestî biçe, got: ez difikirim ku emê dîsa we bibînin. Divê mehê carekî em we bibînin. Silavên min ji her kesî re hene, silavên min ji parlamenteran, ji koma were, cêgirên serokên komê, Sizayî, Doxan û keça wê û Ayşe Gul re hene, silavên taybet ji her kesê re.

Piştî derketina ji salona civînê, ew ber bi derenceyan çûn, di destpêka derenceyan serok sekinî û got dibe ku ez bikevim, wê demê Rêveber li ser derenceyan bû hate xwar û destê serok girt û piştre sê hevalên din li pêş û paş ve alîkariya serok kirin û ji derenceyan hatin xwar, em wisa difikirin ku di wê demê de hinekê gêj bûbû ji ber ku bo dema sê saetan rûniştibû û dipeyvî, di deqeyên dawiyê yên hevdîtinê de dengê serok hinekê kêm bû, ew westiyayî xuya dikir. Me hîs kir ku hin pirsgirêkên bihîstinê hene. Pirsgirêka lingê Hamîlî dewam dikir, hinek kanepeyên nû jê re birbûn, bi wesayîta ku em çûbûn Îmraliyê, em careke din vegeriyan.