KCK’e heqaretê li Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî dike

KCK’e heqaretê li Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî dike

KCK’ê di roja 10î Cotmehê de daxuyaniyek parvekir û tê de heqaret li Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir, KCK’ê di daxuyaniya xwe de pileya Serokê Herêma Kurdistanê ji boy Nêçîrvan Barzanî bi lêv nekir û ew sûçbar kir ku bi zimanê dewleta Tirk axivîye.

Nêçîrvan Barzanî ji boy Rojava hember Tirkan helwest danî

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 8î Cotmeha 2025an de li forma Meri de axaftinek kir. Beşa mezin ji vê axaftinê li ser Rojava bû. Ji boy pêşniyara çekdanîna HSD’ê dijberiya xwe anî ziman û Sûriyeyeke ne navendî ku serî de Kurd û hemû pêkhate tê de cih bigirin pêşniyar kir, axaftina Serokê Herêmê Helwesta Herêma Kurdistanê ji boy Rojava diyar kir. Ev axaftin di serî de ji bo Tirkiyê û tevahiya hêzên ku dijberiya Rojava dikirin peyamekî girîng bû.

Dîsa serokê herêmê di axaftina xwe de pêvajoya di navbera Baxçelî, Erdogan û Ocalan de şîrove kir û ev bilêv kir ku helwesta Ocalan zelale û divê PKK’e jî demildest bi şêwazekî bilez gavan bavêje.

Rêveberiya KCK’ê ji axaftinên Nêçîrvan Barzanî bi mûçimkê hinek axaftin hilbjart. Û ev îdîa kir ku PKK’ê hemû gavên pêwîst havêtiye û ta roja derketina Evdilla Ocalan di 9î Cotmeha 1998an de ji Şamê ev axaftinên Nêçîrvan Barzanî gelekî bi manaye û bi qest ev axaftine kiriye, yanî li gor KCK’ê Nêçîrvan Barzanî rûniştiye û fikirîye ka di salvegera derketina Ocalan ji Şamê ez dikarim çi tiştê xerab bibêjim. Bi rastî jî ev şîroveya KCK’ê wek henekekê ye.

Nêçîrvan Barzanî kêm gotiye

Şiroveyên serokê Herêma Kurdistanê gelekî rastin, ne tenê rastin belku kêmin jî, PKK’ê qaşo xwe fesix kiriye lê belê di tevgera xwe de çi guherîn nekiriye, hîna di çiyayên Herêma Kurdistanê de seytereyan datîne, nasnameyên gelê herêmê kontrol dike û senger û tunelên nû ava dike. Hîna jî xelk nikare biçe ser erd û gundên xwe, ê başe te xwe fesixkiriye û dev ji şerê çekdarî berdaye, çima tu bi çek li patikê xelkê Herêma Kurdistanê xwe bi cî dikî.

Madem ku we hêjan lihev nekiriye ka wê çek bi ti awa were danîn, gelo çima we xwe fesixkir, yanî tenê hûnê navê PKK’ê danin kêlekekê û bi versiyonên nû hûnê hevsarê xwe bikin stûyê gelê Kurd?!

Madem ku te şerê çekdarî daye rawestandin (Cemîl Bayik berî demekî derket û got, heger pêvajo bi ser neket jî em li hember dewleta Tirk şerê çekdarî nadomînin), madem ku tu carek din li hember dewleta Tirk çek bikar naînî, başe hêzên te yên çekdar çima li serê Gare, Metîna û Zapê bimînin?!

Hûn ji kîjan alî ve dest pavêjin meseleyê hûnê bibînin ku seqetiyek di pêkanîna vê pêvajoyê de heye, lîstik û şanoyek têde heye, yanî bi kurtasî Nêçîrvan Barzanî rast gotiye, hetta ji ber sedemên siyasî û dîplomatîk kêm gotiye, PDK’e ji destpêka pêvajoyê ve, di mijara çekdanîn û fesix kirina PKK’ê de gelekî zelale. Ji bo ku ev pêvajo bê pirsgirêk derbas bibe, çi ji destê wê tê dike, PDK’e ji boy vê pêvajoyê hezar karên baş kirine, lê belê PKK’e nederketîye û ji boy PDK’ê û Herêma Kurdistanê supasiyek dernekiriye, supasiyê bihêle, hîç amaje bi rolê wan nekiriye, hetta rolê wan veşartîye, ev jî li milekî, êrîşên xwe bi şiklekî zirav zirav li hember PDK’ê û hereketa Barzanî berdewam kiriye, hêjan berî du sê rojan li Şengalê meşek kirin û di pêşiya meşê de sûretekî Serok Barzanî ku xwîn li rûyê wî dabû hildan, ev bi xwe jî dijminatiye.

PKK’e ji boy rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK’ê weha dibêje, ezê ji tevahî destkeftiyên te yên dîplomatîk, siyasî û aborî sûd werbigirim, dema serê min ket tengasiyê ezê berê xwe bidim te û ezê alîkariyê jî ji te bixwazim, heger pêwîst bû tuyê min li pişta xwe siwar bikî jî, lê belê nabe tu yek gotin li ser min bibêjî û min rexne bikî.

Çima PKK’ê pileya Nêçîrvan Barzanî bikar neanî?

Di nameya KCK’ê de pileya Besê Hozat û her kesî tê de hatiye bikaranîn, lê belê pileya Nêçîrvan Barzanî nîne. Ev nêzîkbûn ne bi şexsiyeta Nêçîrvan Barzanî ve girêdayî ye, ev mesele nenaskirina PKK’ê ji boy Herêma Kurdistanê û rêveberiya siyasî û îdarî vedgere, çawa ku hemû dagirker dibêjin ku kurd nabin çi tiştek û çavên wan venabin destkeftiyên kurdan bibînin, PKK’ê jî li ser heman xetê helwest danîye.

Serokê Herêma Kurdistanê ku tevahî dewletên cîhanê û serokên wan nas dikin, PKK’ê nexwastiye nas bike, ma ev bi xwe ne dijminatîye, sekinîna li ser xeta dagirkeran nîne, ev êrîşa KCK’ê sînoran nas nake û dijminane ye, helbet sedema wê ya destpêkê bi karakter û siyaseta PKK’ê ve girêdayî ye. Lê di aliyek din de jî sekna medyaya Herêma Kurdistanê û Rewşenbîrên Herêmê di nava wî tiştê ku jê re dibêjin pêvajo ka heqîqeta wê çîye baş nedanîn holê.

Li ser vê xalê em dikarin medyaya Rûdaw jî rexne bikin, ji ber ku rêveberiya wan ya weşanê û xebatkarên wan yên ku PKK’eyîne, bûn parçeyek ji propagandaya PKK’ê, ev bi xeta medyaya PKK’ê û propagandaya wan re bûn dirêjahiya wan, hetta ji wan zêdetir, wê demê de xwestin PKK’ê pîrûpak nîşan bidin, lê niha jî dema KCK’e daxuyaniyekê wek heqaret ji boy Nêçîrvan Barzanî parve dike, ew xwe bêdeng dikin û girîngiyê bi vê mijarê nadin, ev yek jî dihêle ku PKK’e curet bike ku peyamên bi vî awa biweşîne.