Çiya mişk anî dinyayê: Ruhê Alparslan Tûrkeş û Ziya Gokalp ji civîna (Dîrokî!) ya Ocalan derket holê…

Dema çend rojane ji hêrs û nerazîbûna rêber û medyaya PKKe ya hilweşîya yî li qaşo ser tecrîda 50 rojî ya Ocalan qîyamet rakirin, civînek bi Ocalan re pêk hat. PKKe û mîsyonerên wê civîna şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê wekî “civîneke dîrokî” bi nav dikirin. Civîna dîrokî bi rastî jî dîrokî bû. Ji ber ku wê rewakirina 100 salî ya dewleta Tirk ji bo kolonyalîzma li ser Kurdistanê dupat kir û got: “Heke em nebîn, Kurd ne tiştek in.” Pêvajoya qanûnî û yasayî divê di çarçoveya rapora ku ji hêla Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Meclîsa Tirkîyê hatî amadekirin de dest pê bike. Şandeya Îmraliyê civîna 5 demjimêran domî bi 184 peyvan kurt kir. Naveroka ku hatiye weşandin muhtemelen naveroka ku ji hêla PKK û dewletê ve hatî pejirandin e. Bi kurtasî, Ocalan ev tişt got:
-
Banga 27 ê Sibatê berdewam dike.
-
Divê pêvajoya yasayî û dadwerî di çarçoveya ku di rapora ku ji hêla Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî a Meclîsa Tirkîyê hatiye amadekirin de dest pê bike.
-
“Heke hûn Kurdan ji Tirkan cuda bikin, Kurd namîne; heke hûn Tirkan ji Kurdan cuda bikin, Tirk namîne.”
Encamên ku ji van sê xalên bingehîn werin derxistin ev in:
-
Pêvajoyê, wekî ku ji hêla PKKe û derdorên wê yên yasayî ve tê îdîakirin, pêvajo nexetimîye. Ji ber ku Ocalan behsa xetimandin an jî tu nakokiyê nake.
-
Ocalan sernavên projeya “daketina ji çiyayan” pejirand, ku ji Qanûnên Tobedarî yên berê, ku ji hêla Komîsyona Meclîsa Mezin a Neteweyî ve hatine amadekirin, hîn pêşkeftîtir e. Ji ber ku ew behsa çi rêvebiran nake, hwd.
-
Ocalan daxuyaniya ku dewlet bi salan e ji bo aramkirina Kurdan bikar tîne dubare kiriye: “Kurd û Tirk bira ne; her kesê ku vê yekê xerab bike xayîn e.”
Bi rastî heke em bibêjîn , civîn, civînek dîrokî bû. Ji ber ku wî tiştê ku dewlet û hevkarên wê 100 sal in dibêjin, dubare û dupat kir.
Zîya Gokalp dibêje: “Kurdê ku ji Tirkan hez neke ew ne Kurd e; Tirkê ku ji Kurdan hez neke ew ne Tirk e.”
Mistefa Kemal: “Tirk û Kurd du birayên ku ji hev nayên veqetandin in.”
Erê, 100 sal li ser van gotinên jorîn derbas bûne, û di wê sedsalê de, Kurdan komkujiyên Dêrsim, Zîlan û Agiriyê, Sason jiyan kirin, û îro jî hêj dijîn.
Lê bi rastî, daxuyaniya navdar a Ocalan a îro xuya dike ku ji gotinên Alpaslan Turkeş, pêşengê îdeolojîya tîrkbûnê û remza neteweperestiya Tirk îlham girtiye. Tûrkeş wiha di got: “Em bi qasî ku Tirk in, ewqas jî Kurd in. Ew bi qasî ku em Kurd in, ewqas jî ew qasî Kurd in.”
Li ser vê peyvê “Heke tu Kurdan ji Tirkan veqetînin, Kurd namîne; heke tu Tirkek ji Kurdek veqetînin, Tirk namînin,” wê pir nîqaş çêbibin. Berî her tiştî, Kurd milletekin ku dîroka wan ji Sumeriyan jî pêşdatir e, heya serdema Neolîtîkê diçe. Kurd ev deh hezar sal in li ser vê xakê dijîn. Em bi hezaran salan bêyî ku gelên din hebin, û em liv ir dijîn. Em dikarin bi serbixwe bijîn, an jî em dikarin di pergalek konfederal de bijîn.
Daxuyaniya Ocalan ji rastîya mêjûyî û sosyolajîk dûr e. Daxuyaniyên weha, ku hebûn an pêşeroja yek gelî bi hebûna yekî din ve girêdidin, ji bo paşguhkirina mijara bingehîn têne bikar anîn: têkoşîna ji bo mafên kolektîf, nasnameya neteweyî û xwerêvebirina gele înkar dike.
Gava ku mirov bibêje ger Kurd ji Tirkan veqetin, dê Kurd nemîne, tê wateya xiyanet li dîroka Kurdan tê kirinê.
Erê, çiya mişk anî dinyayê; ji hundirê Ocalan Ziya Gokalp, bavê îdeolojîk ê ultra-neteweperestên Tirk, û Alpaslan Tûrkeş, rêberê wan ê siyasî derketin holê…