Di salvegera 103yemîn a peymana Lozanê de fikriyata Ocalan a post-Îmraliyê: Projeya Lozana nû ya herêmî û Misaqê Millî yê berfirehkirî

Di salvegera 103yemîn a Peymana Lozanê de, pozîsyona Kurdan a di nav aloziyên Rojhilata Navîn û paşeroja wan de tê nîqaşkirin. Gelo di nizamê ku kevirên Rojhilata Navîn ji cihê xwe lûb bûn de, Kurd dê dîsa bi statukoya kevn re bidomînin, an jî dê bigihêjin mafê nasnameyê û xwerêvebirina xwe?
Di dema ku ev nîqaş diqewimin de, ne mimkûn e ku helwesta Abdullah Ocalan were paşguhkirin. Ocalan piştî sala 1999an re bi navê “paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî” rêyeke nû xêz kir. Em dikarin ji vê pêvajoyê re bibêjin pêvajoya post-Îmraliyê. Di vê pêvajoyê de, têgehên mîna mafên nasnamayî yên Kurdan, mafê xwerêvebirinê û mafê desthilatdariya li ser xaka xwe cih negirtin. Her çiqas Kurd nikarin hebûna xwe – ziman, çand û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin û di pergala siyasî ya navneteweyî de cihekî ji xwe re bibînin jî, lê belê ew ketine rêyeke bêbawer a çareserkirina pirsgirêkên hezar salî yên mirovahiyê û avakirina pergaleke nû.
Wekî din, bi pratîka li Rojava re hat dîtin ku ev pêşniyarên Ocalan bûn sedem ku Kurd golekê li ser xwe tomar bikin. Dema ku meriv li pratîkên PKKê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê dinêre, eşkere dibe ku pêvajoya post-Îmraliyê di rastiyê de li ser windakirina Kurdan, asîmîlasyona xweser û nermkirina helwesta wan wekî koloniyên dilxwaz hatiye avakirin. Ev yek di heman demê de tê vê wateyê ku Ocalan di rastiyê de pêvajoyek organîze kiriye ku hêza berxwedanê ya Kurdan a li dijî Lozanê diqedîne û wan neçar dike ku bibêjin “diyar e em ewqas dikarin bikin, Ji ber vê yekê wê destên xwe bilind bikin.”
Di vê çarçoveyê de rewa ye ku bête gotin: “Fikriyata Ocalan li ser bingeha parastina hebûna Lozanê hatîye damezirandin.” Kurtiya rewşê ev e. Ti izaheke din ji van helwestên Ocalan re nîne ku Kurdan beramberî dewletên wekî Îsraîl û Rojava yên ku dikarin Lozanê hilweşînin dike dijmin, û Kurdan -bêyî tu garantiyekê- di nav Tirkiye û dewletên mêtingehkar de entegre dike û rê li ber yekîtiya Kurdan a li derdora berjewendiyên neteweyî yên rastîn digire.
Lê belê, êdî pênasekirina Ocalan tenê wekî “Lozanparêz” têrê nake. Ocalan di heman demê de hespê Troyayê yê projeya Misaqê Millî yê berfirehkirî ye.
Em dikarin bibêjin ku pêvajoya post-Îmraliyê ya Ocalan, di sala 2025an de bi helweşandina PKKê re gihîştiye asta xwe ya lûtkeyê. Têgehên entegrasyonparêzî û sosyalîzma komunal ku Ocalan li fikriyata xwe zêde kirine, gotarên sereke yên vê lûtkeyê ne.
Gotinên ku Abdullah Ocalan di notên hevdîtinê yên 28ê Tebaxa 2025an de bikar anîne, ji bo fêmkirina rola sereke ya pêvajoya post-Îmraliyê gelekî girîng in. Ocalan di vê hevdîtinê de van gotinan dibêje: “Em bi dil û can dixwazin 60 milyon Kurd tevlî dewletê bikin. Û kesê herî bibandor ji bo van 60 milyon kesan Ocalan e. Ev tercîha min e. Ne hewcedariyek e, bala xwe bidinê, tercîha min e! Ne dewletek neteweyî ya cuda. Ez dixwazim entegrasyona demokratîk a Kurdan di nav Komara Tirkiyeyê de wekî aktorek bingehîn pêk bînim. Ez ê vê yekê ji hemî Kurdan û medyayê re bibêjim.”
Ev gotin nîşan didin ku siyaseta Ocalan a entegrekirina Kurdan di nav dewleta Tirk de ne tenê peyamek e ji bo nifûsa Kurd a di nav sînorên Bakurê Kurdistanê de, lê belê stratejiyeke ku dirêjî erdnîgariyeke berfirehtir dibe û bi projeya Misaqê Millî ya Tirkiyeyê re li hev dike.
Pirsa krîtîk a ku dikare li ser van daxuyaniyan were pirsîn ev e: Ji ber ku nifûsa Kurd li Bakur ne 60 milyon e, gelo mebesta Ocalan çar beşên Kurdistanê ye?
Ji ber ku ev hejmar ewqas berfireh e ku tenê bi nifûsa Kurdan a li Bakurê Kurdistanê nayê ravekirin. Vizyona ku Ocalan derdixe holê, nêzîkatiyekê nîşan dide ku çar parçeyên li seranserê Kurdistanê di nav yekbûneke navend-Tirkiye de dinirxîne.
Pêşniyara Ocalan ji bo dewleta Tirk ev e: “Statukoya li Rojhilata Navîn hildiweşe; min bikar bînin da ku hemû Kurdan kontrol bikim.”
Em vê yekê ji xwe dernaxînin. Hemû hevdîtinên Abdullah Ocalan ên ji sala 1999an û vir ve, bi taybetî jî hevdîtinên piştî sala 2025an, tenê behsa vê yekê dikin.
Di notên civînên xwe yên 21ê Tebaxa 2025an de, Abdullah Ocalan dibêje: “Çîrokek li ser Hefsa Sultan, diya Silêmanê Mezin hebû. Wê ji kurê xwe Silêman re got: ‘Kurê min, te ewqas erd fetih kiriye. Tu dê çawa van axan biparêzî?’ (Behsa sînorê Îranê û Herêma Kurdistanê dike). Silêman bersiv da: ‘Min ji Kurdan keleh û dîwar ava kirine.'” Ocalan ev mînak ne bê sedem daye. Ocalan dizane ku dewleta Tirk projeya xwe ya bûyîna Împeratoriyeke Osmanî ya Nû û têkiliyên xwe bi derdora xwe re li ser vê bingehê ava dike. Mînaka Silêman ji bo vê sedemê ye. Ger tu dixwazî bibî Osmanî, Kurdan bikar bîne.
Bi gotineke din, Abdullah Ocalan pêşniyar dike ku Tirk ji bo parastina xwe û bidestxistina hegemonyayê li Rojhilata Navîn, Kurdan bikar bînin. Ji ber vê yekê, êdî mesele ne tenê astengkirina Kurdan e, lê belê ew e ku ew bibin leşkerên têkoşîna hegemonyayê. Bi vî awayî, Tirkiye dê bibe Împeratoriyeke Osmanî ya Nû.
Pêşniyara Abdullah Ocalan a di sala 2001an de ji bo avakirina rêxistinên beşî yên PKKê li hemû beşên Kurdistanê di dawiyê de bû sedema ku Tirkiye Kurdan kontrol bike. Ev siyaset bû sedema têkçûna leşkerî ya Bakurê Kurdistanê û dûrketina siyasî ji rêça xwe.
Bi heman awayî, pratîka Rojava ya PKKê, ku bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest pê kir jî bû sedema nêzîkbûna Kurdan ji Şamê ku bi awayekî ji bo Tirkan minasib bû.