Paşvekişîna PKKê pêngavek dîrokîye yan jî xiyanetek din e?

Îro roja yekşemî, PKKê ragihand ku tev hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê vedkişîne Başûrê Kurdistanê, ev pêngav jî weke pêngaveke dîrokî bi nav kir, lê belê di rastî de ev ne tenê pêngaveke dîrokî nîne, belku pêngaveke din ya xiyanetê ye ku wê li ser pêngavên din yên xiyanetê yên vê partiyê zêde bibe.
Bi salan e, PKKe xwe wekî hêzek berxwedanê li dijî polîtîkayên tepeserkirinê yên hikûmeta Tirkiyeyê pêşkêş dike; lê niha, nûçeya vekşîna wê ji axa Tirkiyeyê ji bilî qutbûna ji heman siloganan tiştek din nîne. Vekşîna li hember Tirkiyeyê ku hîn jî xwîna bi hezaran Kurdan bi destên wê ve ye, ji teslîmbûna li hember pergalek şerim û cudakariyê wêdetir tiştek din nîne.
Tiştê ku PKKe jê re dibêje “taktîk” di rastiyê de paşvekişînek ji îdealên gelê ku li çiya û bajaran ji bo azadiyê bedelên giran dane ye. Di dîroka lêgerîna azadiyê de tu kesî bi paşvekşînê mafên xwe bi dest nexistiye. Ev gav ne tenê dijimin bi cesaret dike, lê di heman demê de di nav rêzên kesên ku hîn jî baweriya wan bi îhtîmala berxwedanê heye de valahiyekê çêdike.
Ger biryar be pêşerojek azad û wekhev were avakirin, ev ne rêya diriste. Vekşîna ji axa Tirkiyeyê paşvekişîne ji wijdana dîrokî ya neteweyek bindest, neteweyekê ku bi salan li dijî hilweşîna çandî û nasnameya xwe rawestiyaye.
PKKe bi salan di bin navê berxwedanê de çiya û deştên Kurdistanê bi xwîna ciwanên Kurd sor kiriye. Lê îro, nûçeya vekşîna xwe ji Bakurê Kurdistanê, bêy ti destkeftiyeke netewî weke pêngaveke dîrokî û di berjewendiya gelê Kurd de dide nîşandan. Ne PKKe û ne jî ti hêz û aliyek nikare vê paşvekişînê rewa bike, ne taktîk, ne aştî, ne siyaset ne ti tiştek din, tenê yek peyv heye ku vê pêngavê rave bike ku ew jî: Teslîmbûne.
Mirov çawa dikare ji axekê ku pîr û kal, zarok û ciwanên wê hîn jî di bin xirbeyên polîtîkayên kolonyal diqîrin, vekşe? Mirov çawa dikare li hember dijimnekî ku qirkirina çandî û siyasî didomîne gavekê paşde bavêje? Ev vekşîn ne biryarek siyasîye û ne jî sitratejyek leşkerîye, ew qutbûneke sitratejîye ji doza gelek bindest. Vekşîna ji Tirkiyeyê tê wateya terkandina qada şer a ku hîn jî di şewite.
Dîrok dê vê paşvekşînê ji bîr neke. Tu hêz, tu peyman nikare lekeya vê teslîmbûnê ji eniya wan kesên ku rêya vekşînê li şûna berxwedanê hilbijartine jê bibe. Evca pêwîst nake bi ti peyv û kesekî PKKe hewl bide vê teslîmbonê weke pêngaveke dîrokî bi Kurdan bide qebûlkirin, ev pêngav ji bilî teslîmbûn û xiyanetke dîrokî û nîştîmanî ne ti tiştek din e.