Gelo kê êrşî pêşmerge kir û cejna kurdan veguherand şînyê?

Cejna Newrozê ya 2026 an ji bo Kurdan cejnek rastîn bû. Lêbelê, hin xêrnexaza nekarîn vê yekê qebûl bikin û hewldan vê şahîyê veguherînin şênîyê.

Di 24ê Adarê de, dewleta Îranê hêzên Pêşmerge kirin armanç, 6 Pêşmerge şehîd kirin û zêdetirî ji 30 Pêşmergeyan jî birîndar kirin. Em li ber hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Pêşmerge; ku ev sed sal in ji bo parastina Kurdan şer dike, loma jî Pêşmerge bi remza şanazî, şeref, serbilindî û misogerîya paşeroja gelê me tê hesab kirin.

Bi salan e, Îran êrîşî Kurdan dike bi hinceta ku ew bi Amerîka, Îsraîl û hêzên cihana hemdem in. Ew qaşo bi kuştina Kurdan hêza xwe li dijî Rojava nîşan didin. Lêbelê, rastî ev e ku ew kesên ku Kurdan wekî hevkarên Emerîkayê bi nav dikin, hevalbendên yekem ên Emerîkayê bûn li Iraqê.

Lê Binêrin, kesê ku hûn di wêneyê de dibînin Ebû Mehdî el-Muhendis e. Di sala 2003 an de, li ser kanala el-Alam a Îranê, wî plana ka Amerîkî çawa, ku wê demê ew wekî hevalbend dihesibandin, dê êrîşî Iraqê bikin, rave dikir.

Kesê di vê wêneyê de jî, Nûrî Malikî ye, rêberê Şîeyên radîkal ên li Iraqê ye. Li kêleka wî Ryan C. Crockerve, Balyozê wê demê yê Emerîkayê li Iraqê ye.

Di sala 2008 an de, wî SOFA (Peymana Rewşa Hêzan) ku mafê pêkanîna operasyonan li qada hewayî ya Iraqê bi Emerîka re îmze kir.

Yanî, Emerîka Îran û serokên milîsên Şîe yên Heşdî Şebî anîne Iraqê. Niha, hem Îran û hem jî pêkhateyên wê yên Iraqê, Heşdî Şebî, hemû hewlên xwe didin ku bi dizî bi Emerîkayê re danûstandinan bikin. Ew derew û durûtî ye ji bo kesên ku her cure têkiliyek – vekirî, veşartî, an nerasterast – bi hêzên navdewletî re ji bo berjewendiyên xwe yên Şîe qebûl dikin û Kurdan li ser bingeha hevkariya derve wekî dijmin îlan bikin.

Kurd ji bilî parastina axa xwe di nava çi hewldanên têkderda nîn in.

Ne tenê Îran, lê di heman demê de pêkhateyên milîsên Şîe yên Heşdî Şebî li Iraqê jî ji qetilkirina şeş Pêşmerge yên berpirsiyar e. Dema ku hêzên Babilyon li Mûsilê rastî êrîşê hat, fermandarê wê Reyan Kildanî got “Em Barzanî berpirsiyar dibînin û em ê tolê hilînin.”

Lêbelê, Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kevirek jî ne avêtine Şîeyên li Iraqê û ne jî dewleta Îranê. Heşdî Şebî dijminatiya xwe ya li hember Kurdan bi vî rengî rewa dike. Heşdî Şebî Herêma Kurdistanê provoke dike ku wê bikêşe nava qada şer. Ew dixwaz in Kurdan tune bikin.

Divê Kurdên ku bi Heşdî Şebî ve girêdayî ne helwesta xwe zelal bikin. Li pêşîya wan YNKe. Rayan Kildanî û Qeys xezelî, ku hevalbendên Bafil Talabanî ne ku Bafil Kongreya YNKê jî bi wan re li dar xist, niha nêzîkî 500 êrîşên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê birêve dibin.

Têkiliya berdewam a Baifil Talabanî bi van kesan re wî dike hevkarê kujerên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Kurd bi serdemeke hestîyar re rû bi rû ne. Peyama Serok Barzanî ji bo pîrozbahiyên Newroza Bonnê di bingeh de manîfestoyek bû ji bo derbaskirina vê dema dijwar. Li wir, Serok Barzanî diyar kir ku yekîtî tenê tiştê ku dê Kurdan rizgar bike ye, û ragihand, “Serkeftin dê di dawiya dawî de ya gelê me be.”

Şehîd:

Rêber Ebdilla.

Zikrî Bexşeşî.

Ramîn Adil.

Şehab Bexşeşî.

Keywan Mizaffer.

Piştiwan Mela Mûsa.

Şehîdên vê rêya serkeftinê ne.

Sed sal in Pêşmerge neketiye û nakevin. Bîranînên wan dê di rojên azad ên paşeroja gelê Kurd de her dem bijîn. Şehîd namirin.