Mezlûm Ebdî: Sekinandina karên Koşka Dadê rasterast zirarê dide jiyana rojane ya milet

Mezlûm Ebdî: Sekinandina karên Koşka Dadê rasterast zirarê dide jiyana rojane ya milet

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, derbarê alozî û danûstandinên dawî yên li ser dosyaya dadwerî û zimanê Kurdî daxuyaniyên giring dan. Ebdî bang li gelê herêmê û bi taybetî li ciwanan kir ku li hemberî provokasyonan aram bin û rê bidin pêvajoya dîplomasiyê daku kêşeyên îdarî û hiqûqî werin çareserkirin.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser “Rêkeftina 29ê Çileyê” û diyar kir ku di heftiyên borî de ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmetê de hinek alozî derketine. Lê belê, Ebdî mizgînî da ku piştî civînên li Şamê û herêmê, lihevkirinek çêbûye: Dadwerên Rêveberiya Xweser dê neyên piştguhkirin û piştî dewreyên perwerdehiyê, dê di nav sîstema dadwerî de cîh bigirin.

Yek ji mijarên herî hestiyar, rakirina zimanê Kurdî ji ser tebeleya Koşka Dadê ya Hesekê bû ku bûbû sedema xwepêşandanên girseyî. Ebdî li ser vê mijarê got: “Hikûmetê ev der wekî saziyeke serweriyê dît û tenê bi Erebî nivîsand. Lê me ev daxwaz dîsa bir ser maseyê. Li bajarên wekî Kobanê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê dê tebele bi du zimanan bin. Ji bo Hesekê jî, hikûmetê soz daye ku di qonaxeke din de zimanê Kurdî li ser tebeleyê zêde bike.”

Fermandarê HSDê tekez kir ku sekinandina karên Koşka Dadê rasterast zirarê dide jiyana rojane ya milet. Wî diyar kir ku çareserkirina vê dosyayê ji bo derxistina pasaportan, qeyda milkan û karên îdarî mîna kilîtekê ye. Ebdî destnîşan kir ku divê rê li ber “pêvajoya entegrasyonê” neyê girtin daku pirsgirêkên milet ên qanûnî werin çareserkirin.

Mezlûm Ebdî di dawiya daxuyaniya xwe de şanaziya xwe bi hestiyariya gel a ji bo zimanê Kurdî anî ziman. Wî careke din dubare kir ku armanca wan a stratejîk û mayînde ew e ku zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî were çespandin û parastin.