Mem Ararat dengekî ku ji aliyê nifşê ciwan ve di muzîka Kurdî de pir tê hezkirin e. Em wî bi giranî bi stranên wî yên li ser Cemîlayê nas dikin, ku cenazeyê wê di dema şerê Xendekan de di selacê de hatibû veşartin, û bi stranên wî yên li ser Evîn, Çûk û Zarokên Birçî. Lêbelê, wî vê dawiyê bi daxuyaniyekê ku kir, bû rojeva hemî Kurdan. Wî ragihand, “Ez ne xulamê bavê kesî me” û diyar kir ku ew mafên xwe dixwaze.
Hin kesan ev daxuyanî wekî ku tenê ji bo “pereyan” hatiye dayîn nîşan dane. Lêbelê, pirsgirêk ne li ser pereyan e; ew li ser hewldana PKKê ye ku hemî hêzên li derveyî pergala wê pêşve diçin asteng bike û li ser hunerê desteserîyekê ava bike.
PKKê li Ewropa û Bakurê Kurdistanê desteserîyek mezin, bi şêwazên mafyayê ava kiriye, ne tenê di qada muzîk, şano û fîlman de, lê di heman demê de li ser gelek sendîka û rêxistinên pîşeyî jî rantekî mezin dimeşîne.
Yek ji wan ên ku di bin vê desteserkirînê de dixebite KOM Music e. KOM Music, ku di sala 1997 an de ji hêla PKKê ve hatiye damezrandin, hewl dide ku serdestiya mutleq li ser hunermendan hem li Ewropa û hem jî li Bakurê Kurdistanê ava bike. KOM Music berhemên gelek hunermendan desteser dike, rê li ber konserên ku bi destûra şaredariyan tên lidarxistin digire û van kesan bi eşkereyî wekî “dijminên nirxan û şehîdan” îlan dike, bi vî awayî rê li ber afirandina hunerê digire. PKK Mîna di siyasetê de, di warê çand û hunerê de jî, mîna sîstema Baasê serwerîya partîyê disepîne.
Bi rastî, Mem Ararat ne tenê yê ku di vê desteserîya PKKê de asê maye ye. Her kesê ku fermanên KOM Music neşopîne û bi serbixwe muzîkê biafirîne, wekî dijminê KOM Music tê îlankirin. Lê Mem Ararat bi wêrekî tevgeriyaye û dengê xwe bilind kiriye.
Mem Ararat pûtek şikand
Lêbelê, şikandina pûtek kiryarek pir xeternak e. Ji ber vê yekê, hin ji wan, ji tirsa encamên neyînî, bi awayekî nerasterast piştgirî dan Mem Ararat, hinên din jî bi eşkereyî dijminatiya xwe li hember Mem nîşan dan.
Yek ji kesên ku di doza Mem Ararat de beşdar bûn Şiwan Perwer e. Şiwan bi mafxazîya Mem Ararat a li dijî yekdestdariyê weke kêşekî pereyan pênasekir, alîgirîya sazîyên PKKê kir. Lê belê, ew bi xwe li ser mafên berhemên stranên xwe dijminatiyek dijwar bi PKKê re hebû, û wê demê, endamên PKKê li ser dikê êrîşî wî kirin tambûrawî di sere wî de şikandin, jê re gotin Şiwan Pere-wer. Paşê, xêrxwazek mafên strana wî kirrîn û diyariyê da wî kirin. Aynûr Dogan strana wî di konserekê de got, Şivan dijminatiya xwe li hember wê nîşan da. Lê niha, rabirdûya xwe ji bîrkir û hemberî hûnermendekî Kurd ku daxwaza mafê xwe dike li kêleka êrişkarên mafyaya PKKê cih girt.
Daxuyaniya Mem Ararat, “Ez ne xulamê bavê kesî me” kiryarek şoreşgerî ye li dijî siyaseta “teslîmbûna bi zorê” ya PKKê ye. Hunermend, lîstikvanên şanoger, bizîşk, nivîskar û ehlê wijdana Kurd divê li kêleka Mem Ararat li dijî vê siyaseta teslîmbûna bi darê zorê û siyaseta hunermendbûna partîzanî rawestin.