Yekem endama jin a PKKê Kesîre Ocalan û rastiya kesayeta Evdila Ocalan

Evdila Ocalan çîrokeke pir xweş vedibêje û tê de nêzîkatiyên xwe yên xas û îdeolojîk divehîne; têkiliya xwe ya bi jinan re û pirsgirêka jinê ya di nava PKKê de vedibêje. Ne tenê mijara jinê, di dîroka PKKê de Ocalan weke hêzeke xwedawend û îlahî tê pênasekirin.
Di vê çîrokê de rola sereke ya Ocalan e; bi taybetmendiyên xwe yên bêqisûr ên pêxemberî-îlahî ku her tişt bi wî dest pê dike û her tişt bi wî diqede. Li aliyê din jî kesên ebdên wî û dijminên wî hene ku dixwazin Ocalan fêm bikin. Tevahiya dîroka PKKê û jiyana Ocalan bi van wasfên îlahî tê ravekirin. Ev vegotina ku weke romanekê li dora Ocalan hatiye vehandin, di PKKê û pêkhateyên li pey wê de weke rêbazeke dîrokî tê binavkirin. Di mijara jinê de jî vegotineke dîrokî ya bi heman rengî heye. Li gorî çîroka ku ji aliyê PKKê ve hatiye vegotin, Ocalan dema zarok bû, “li dijî pirsgirêka jinan û zewicandina wan rabûye. Jin weke mal û milkê zilam dîtin red kiriye. Li gorî heman çîrokê, Ocalan di şexsê dayika xwe de dîtiye ku jin çiqasî qels in. Piştî ku bi Kesîre (Fatma) re zewicî, pêhesiya ku zewac çiqas pêwendiyeke koledarî ye. Piştre biryar da ku tevgera jinê pêş bixe û jinan azad bike…”
Hemû pirtûk, meqale û axaftinên li ser dîroka jinan a PKKê hatine nivîsandin, li gorî vê kurteçîrokê hatine jêderkirin. Di encama vê çîrokê de tê îdeakirin ku: ”Beriya Ocalan hemû jin kole bûn, Ocalan jin azad kir, di cîhanê de tu rêberekî bi qasî Ocalan jin azad û serbest nekiriye. Ocalan hemû paşverûtiya cîhanê di şexsê jinê de rûxandiye” û hwd.
PKK-Ocalan çîroka xwe wiha vedibêjin. Lêbelê ev çîrok derew e û rastî pir cuda ye.
Em vê rastiyê dizanin ku çar bandorên bingehîn ên Ocalan ên li ser pirsgirêka jinê hene. Ya yekem; rewşa psîkolojîk a Ocalan, rewşa wî ya patholocîk û xweperestî ye. Ya duyem; tiştên ku ji bo berdewamiya rêxistinê pêwîst in. Ya sêyem; propagandaya ku ji bo gel û raya giştî tê kirin. Ya çarem; armanca sereke ya ku PKK dixwaze pêk bîne tê vegotin. Yanî di nav PKKê de hemû bûyer li ser van çar zawiyeyan tên nirxandin û şîrovekirin.
Ji ber vê sedemê pêwîst e em jî bi vê perspektîfê li nêzîkatiya Ocalan a li hemberî jinê binerin.
Di PKKê de destpêka jinê
Jinên Kurd, berevajî jinên tevahiya Rojhilata Navîn, hertim beşdarî siyaset û têkoşîna rûmet û rizgariya Kurdan bûne. Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve şopa jinên Kurd di têkoşîna Kurdan de pir berz e û mirov dikare bibîne.
Dîsa di salên 1970’yî de jinên Kurd ber bi tevgera siyasî ya Kurd ve vejiyane. Rewşa jinê di çar parçeyan de jî ev e. Bi taybetî jinên ku xwedî derfetên ronakbîrî û perwerdehiyê bûn, yekser bi tevgerên siyasî yên Kurd re dest bi xebatê kirin. Wek remza neteweyî, şêrejina Kurd Leyla Qasim ku hêj PKK-Apo ne di nava çi sukûbazaran de bû derketibû holê, berxwedaneke mezin nîşan da û bû sembola şeref û serbilindiya hemû Kurdan. Dîsa di gelek tevgerên Kurdistanî de jin hene.
Ji ber vê yekê, teoriya ku jina Kurd bi PKKê re ketiye nava siyasetê û îdiaya ku yekemîn tevgera jinên Kurd ji aliyê PKKê ve hatiye kirin, tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Di koma yekemîn a PKKê de jin nîn in û jina yekemîn a ku tevlî koma Enqereyê bûye Kesîre Yildirim (Fatma) ye. Tevlîbûna Kesîreyê jî pir balkêş e. Hûrgiliyên têkiliya Kesîre û Ocalan di rastiyê de ji me re dibe alîkar ku em helwest û derûniya Ocalan a li hemberî jinê fêm bikin.
Ocalan û Kesîre (Fatma) çawa hatin ba hev?
Kesîre Yildirim di sala 1951’an de li Karakoçanê ji dayik bûye. Mamostatî kiriye û piştre dema ku li Dibistana Çapemenî-Weşanê ya Zanîngeha Gaziyê bû, bi koma yekem a PKKê dibihîse. Lê ew jî xwendina xwe didomîne û berî ku bi Ocalan re bizewice dibistana xwe diqedîne.
Em bi gelemperî wê nas dikin ji ber ku bavê wê karmendê MÎTê ye. Lê em gelek hûrgiliyan nizanin. Heta ku Ûgûr Mumcû eşkere nekir, nehat zanîn ku bavê Kesîreyê Elî Yildirim xebatkarê MÎTê ye. Dema ku Ûgûr Mumcû ev bûyer eşkere kir, Ocalan yekser ev yek qebûl kir. Apo dizanibû ku îskarkirina vê rastiyê wê rewşê xerabtir bike û got: ‘Min xwest wî ji wê sîstemê rizgar bikim’.
Lê Elî Yildirim di hevpeyvîna xwe ya sala 1981ê de ji rojnameya Milliyet a Tirkiyeyê re wiha gotibû: “Min keça xwe heta 18 saliyê da xwendin, piştî wî temenî keça min bû keça dewletê.” Ger Kesîre keça dewletê ye, çawa li bal Ocalan ket?
Kesîreyê dema ku PKK hêj komeke biçûk bû ew nas kir û tevlî komê bû. Li vir pirsên “Gelo Fatma ji aliyê dewletê ve ji koma PKKê re hatiye şandin? Çima bavê wê gotiye keça min keça dewletê ye?” ev pirs pir balkêş in. Mijareke din a balkêş jî ev e ku dema Kesîre bi Ocalan re nîşan kir, malbata Kesîreyê dizanibû, lê tevlî vê şahiyê nebûn. Ocalan Elî Heyder Qeytan jî dişîne mala Kesîreyê û dibêje: “Niha malbat mereq dike ka zavê wan kî ye, min ji wan re bidin naskirin.” Lê Elî Heyder Qeytan, di pirtûka xwe ya bi navê “Li ser Sifra Rojê” de dibêje ku: “Dema ew diçû malê, malbata Kesîreyê qet mereq nedikir û nedipirsî ku keça wan bi kê re dizewice.” Di wê serdemê de, yanî salên 1970’yî de, keçeke Elewî bi mêrekî Sunî re dizewice û ev zilam serokê tevgerekê ye, lê malbat keçikê qet mereq nake ku ew bi kê re dizewice. Ev helwesta malbatê şikên ku Kesîre ji aliyê dewletê ve di nava PKKê de hatiye şandin zêde dike.
Di axaftinên Elî Heyder Qeytan de mirov dikare herî zêde agahiyan li ser mijara Kesîreyê bibîne. Ji ber ku di eslê xwe de Elî Heyder Qeytan ew kes e ku yekem car evîndarê Kesîreyê bûye û ew aniye nava koma PKKê. Lê Apo Kesîreyê ji destê wî digire.
Çîroka daweta Ocalan a bi Kesîreyê re wiha ye: “Di sala 1976’an de koma sereke ya PKKê dest bi çûna Kurdistanê kir û Ocalan got divê Kesîre jî here. Fatma vê yekê qebûl nake û dema dibêje ez bi tena serê xwe nikarim biçim herêmê, Ocalan li cem Elî Heyder Qeytan jê re dibêje: “Bi yekî ji komê re hevserî bike, wê wisa baştir be.” Ji Kesîreyê re dibêje here li ser vê pêşniyarê bifikire.
Kesîre di nava komê de rastî kesekî ji Dîlokê yê bi navê Îsmet Kiliç tê. Û Îsmet li her derê Kesîreyê wek nîşaniya xwe dide nasîn. Lê li vir tiştekî balkêş diqewime; her çend Ocalan dizane ku Fatma nîşaniya Îsmet e jî, lê pê re diaxive û wê qanih dike. Fatma ji Îsmet qut dibe û bi Ocalan re dizewice. Bi rastî ev pêwendiyên nîşan û zewaca wê pir tevlîhev in. Ji ber ku beriya her tiştî Kesîre destpêkê naxwaze bi Ocalan re bizewice. Bi rastî jî li gorî gotina Elî Heyder Qeytan, Kesîre dibêje: “Ez dikarim bi şivanê herêma xwe re bijîm. Lê bi rastî bi heval Evdila re jiyan kirin zehmet e, çanda we ji hev pir cuda ye. Xalên me yên hevbeş pir kêm in” û dixwaze nîşana Ocalan bavêje. Lê çima ew ditirse? Gelo Fatma wezîfedara dewletê bû? Têkiliya vê bi nasnameya bavê wê re hebû? Ev pirs pir girîng in.
Endamên PKKê li dijî têkiliya Ocalan û Kesîreyê bûn
Wê demê grûpeke biçûk hebû ku hêj PKK ava nebibû. Koma ku navên Heqî Karer û Kemal Pîr jî di nav de ne, li dijî hevserîkirina Ocalan a bi Kesîreyê re ye. Ji ber ku hemû bawer dikin ku Kesîre sîxur e. Her wiha Kesîre beriya niha nîşaniya Îsmet bû. Îsmet li her derê dibêje “Apo hevjîna min ji min girt”, ji vê helwesta Apo grûp bêzar bibû.
Demekê endamên grûpê ji Ocalan re got: “Heke Fatma nerazî ye û pirsgirêk hene, divê nîşan bê betalkirin.” Lê belê Ocalan tu carî vê yekê qebûl nake. Li gorî agahiyên Elî Heydar Qeytan, Ocalan du caran bertek nîşanî grûpê da ku dixwazin vê pêwendiya wî qut bikin. Ocalan li ser vê helwesta grûpê dibêje: “Ez ê dest ji xebatê bikişînim; heke hûn dikarin grûpê bimeşînin, hema bimeşînin.” Lê grûp ji vê helwesta xwe vedigere û teslîmî Ocalan dibe. Bi zorê zewaca xwe ya bi Kesîreyê re bi grûpê dide qebûl kirin.
Heqî Karer hat kuştin û Ocalan bi Kesîreyê re zewicî
Dema ev hemû diqewimin Heqî Karer li Dîlokê ye. Karer bi temamî li dijî zewaca Ocalan-Kesîreyê disekine. Heta tê gotin ku Karer û Kemal Pîr gotine: “Ev jin sîxur e, em wê bikujin.” Hefteyek beriya kuştina Karer, Ocalan hatiye Dîlokê û Karer li ser navê xwe û hevalên xwe notayeke ji 3 xalan pêk tê pêşkêşî Ocalan dike:
Divê Heval Evdila di zûtirîn wext de ji Enqereyê derkeve û were Kurdistanê.
Rêwîtiya bi ajanekî mîna Necatî Kaya (pîlot) re nayê qebûlkirin, divê pîlot demildest ji partiyê weke qewitandin bê dûrxistin.
Bi hev re di malekê de mana Kesîreyê û Heval Evdila li Enqereyê nayê qebûlkirin. Malbata Fatmayê bi MÎTê re têkildar e. Dibe ku ew bi xwe jî xebatkara MÎTê be. Her wiha divê pêşî li nîqaşên bi vî rengî û têkiliyên bi Fatmayê re bê girtin.
Heqî Karer gera Ocalan a bi ajanan re qebûl nake û dixwaze ku ew ji Kesîreyê cuda bibe. Ocalan vê notayê digire. Dibêje ew ê di zûtirîn dem de were Kurdistanê û ji bajarê Dîlokê derdikeve. Heqî Karer 10 roj piştî vê hevdîtina bi Ocalan re, ango di 18’ê Gulana 1977’an de tê terorkirin. Tam 6 roj piştî kuştina Heqî Karer, Evdila Ocalan li salona şahiyan a Parka Gençlîkê ya Enqereyê bi Kesîre Yildirim re zewicî.
Mijareke din a balkêş jî ev e ku Ocalan ê ku digot, “Me PKK ji bo bîranîna Heqî Karer ava kir, ew jî mîna ruhê min ê veşartî bû”, lê her vî Ocalanî hêj cenazeyê Heqî nehatî definkirin çû li ser mêza nikahê rûnişt û şahiya zewaca xwe gêrand.
Divê em çawa pirsgirêka Kesîreyê fam bikin?
Ocalan hertim dibêje, “Di şexsê Kesîreyê de min hemû jin fêm kirin û min saziya malbatê çareser kir”, lê belê berovajî vê rast e. Em dikarin rastiya Ocalan û tevgera wî di şexsê têkiliya Kesîre-Ocalan de bi zelalî bibînin.
Yekemîn jina ku tevlî PKKê bûyî Kesîre bû, lê ew jî serê guman û kêşeyan bû. Ji bo ku ji roja ewil ve peywendiya Ocalan û dewletê fêm bikin, divê mirov têkiliya wî ya bi Kesîreyê re baş lêkolîn bike. Her wiha dema em li têkiliya Kesîreyê dinêrin, em dibînin ku Ocalan dikare her kesî ji bo xwe xerç bike. Yê ku bi rastî evîndarê Kesîreyê bû Elî Heyder Qeytan e. Ocalan vê yekê baş dizane, lê dîsa jî Qeytan di navbera xwe û Kesîreyê de dike wekî pira peywendiyê. Di sala 1997’an de Ocalan ji Elî Heyder Qeytan dipirse: “Ji ber ku min Kesîre ji destê te girt tu hîn jî li min hêrs î?” Îsmet Kiliç nîşaniyê Kesîreyê bû, Ocalan ew qewitand. Ji ber ku Heqî Karer ê ku li dijî zewaca bi Kesîreyê re bû, piştî ew hat kuştin û hêj meytê wî li erdê bû, Ocalan-Kesîre bi cil û bergên bûk û zava şahiya xwe gêrandin. Ev rewş rastiya Ocalan radixe ber çavên me.
Weke ku tê dîtin, têkiliya yekemîn jina PKKê Kesîreyê û têkiliyên wê û Ocalan, ne di hiqûqa civakî, ne di hiqûqa gelêrî û ne jî di hiqûqa şoreşgerî de tu cihê wê nîne. Vê têkiliya nemeşrû rê li ber takekesiya Ocalan vekir ku di nava wan de bibe şexsê yekem û dawî. Kesîreyê deh salan bê navber hewl da ku zilamê ku pê re zewicî, bike serokê PKKê. Lê piştî ku jin zêde bûn, Kesîre jî bi şêwazekê hat dîskalîfiyekirin.