Rewşa Bafil Talabanî wek metelokeke Çînî ye: Kakono hakiri sokomoyu tokaji…

bafil-talabani-infopashi-

Metelokeke Çînî heye ku dibêje, Kakono hakiri sokomoyu tokaji…Yanî; hûn çiqasî bizivirin jî, “qûna” dîsa jî li pişt we ye.

Bafil Talabanî di civînekê de ku ji bo salvegera 51 mîn a YNK ê hate lidarxistin axivî. Bi rastî, dema ku min guh da axaftina wî, metelokeke Çînî ya jorîn hat bîra min. Bafil Talabanî dizivire, teqla davêje, ji cîhekî ber bi cîhekî din ve dibeze, lê dîsa jî nikare cihê qûna xwe biguherîne.

Her rêzek di axaftina Bafil Talabanî de faul bû. Her hevokek wî bi tevahî berevajî tiştê ku ew dike bû.

Wî bêyî ku şerm bike behsa yekîtiya Kurdan kir. Wî got, “Divê em bi hemî partîyên li Kurdistanê re bi ruhekî yekîtîyê eniyeke neteweyî ava bikin. Wekî partîyên ji her çar perçeyên Kurdistanê, divê em werin cem hev û polîtîkayên xwe li hev bikin. Tenê wê demê em dikarin bigihîjin Kurdistana ku em xeyal dikin.”

Gava mirov guhdarî wî dike ev pirs tê bîra min: Gelo ev zilam çi dixwe û çi vedixwe?

Bafil hemû muxalifên di nav YNK ê de ji holê rakir, kesayetiyên mîna Hawkar Caf û Murat KanîKurde kuştin, ne tenê kesayetiyên sereke yên YNK ê yên mîna Mele Bextiyar ji partiyê derxistin lê di heman demê de dest danî ser milkê wan, pismamê xwe Lahur Cengî bi tank û topan tasfiye kir, her kesê ku cesaret kir ku li Silêmaniyê wî rexne bike bi hêzên taybet ên YNK ê tirsand, Bêlome be lê dîsa jî qala demokrasî û yekîtîyê dike.

Di nav YNK ê de yekîtî tune ye, lê dîsa jî behsa yekîtîya Kurdan dike…

Li Silêmaniyê,ji bilî pesindarên Bafil çi rojnamevan, sazî û rewşenbîr nikarin li wir ewle bijîn. Lê dîsa jî, ew behsa yekîtiya Kurdan dikin.

Silêmaniyê, ku ji hêla Bafil Talabanî ve tê rêvebirin, Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê rojane ji aliyê hêzên ewlehiyê yên YNK ê ve tên tirsandin Heta pêşmergeya jin Xazal Mewlan a birîndar jî ji ber tirsa Îranê ne helgirtin nexweşxaneyan û ji ber helwestê jîyana xwe ji dest da.

Bafil YNKê weke pêkhatekî Îranê tevdigere, hewl dide ku tevgerên Rojhilatê Kurdistanê bitepisîne, lê dîsa jî behsa yekîtiya Kurdan dike.

Ew wekî aktorê sereke di siyaseta Îran û Iraqê ya ji bo hilweşandina statuya Kurdistanê de tevdigere. Du sal in, tevî hemû hewldanan, rê li ber avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê li gorî ajandeya eniya dijî-kurd girtiye.

Lê dîsa jî behsa yekîtiya Kurdan dike.

Heta bi hevkarîya Heşda şabî li wêzgeha gaza Kor-Mor bombebaran dike da ku bikare hukumeta Herêma Kurdistanê lewaz bike.

Ew bi rêya kirêgirên xwe re gefên sûtandina rafineriya Lacanê dixwe, ji bo ku serkeftina PDK ê encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dest xistî têk bibe. Ew dahata petrol û gaza gelê Kurd sabote dike, û biqeşmerî behsa “rewşa aborî ya gelê Kurd” dike.

Bafil Talabanî dibêje, “Divê em bi hemû partîyên li Kurdistanê re bi ruhekî hevgirtî eniyeke neteweyî ava bikin,” lê paşê bi dizîve Kerkukê dide Tirkmenan da ku serokkomarîyê bû YNK ê misoger bike.

Bafil Talabanî dibêje, “Îro, hemû partî guh didin YNK ê. Emerîka, Ewropa, Rûsya, Çîn, û her weha cîranên me Îran û welatên Erebî, hemî guh didin dengê YNK ê. YNK di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de roleke sereke dilîze,” lê bû wî kursîyek guhdarvanî jî di parlementoya Iraqê de nehate destnîşan kirin û weke xandekarên seretayî li ser kursîyan de xwe davêje ku bigihîje kursîyekê.

Bi kurtasî, ti tiştên ku Bafil Talabanî dibêje bingehek rastîn bû nîne.

Tenê rastiya di axaftina wî ya 31 ê Gulanê de ev e ku wî bi tevgera Nifşê Nû ya Şasuwar Ebdulwehîd re hevpeymaniyek çêkiriye. Ew hevpeymanî ne hevpeymaniyeke Kurdî ye, hevpeymaniyeke çeqelan e. Hevpeymaniya çeqelan çi sûdê nede Kurdan.

Rastiya Bafil Talabanî ew e ku ew yek ji wan kesan e ku sed sal in bûye sedema windakirina Kurdan, yên ku heta ji bo Kurdan xîret nekin ku bendên pêlavên xwe girêdin,  ji bo berjewendiya xwe û ya dijminên xwe her tiştî dikin. Vê rastîya Bafil ne medyaya PKK ê û nivîskarên wê yên ku pesnê wî didin, ne jî bernameyên YouTuberên Emerîkî yên ku ew ji bo pereyan beşdar dibe, naguherîne

Ji ber vê yekê, ew çi bike bila bike, “ew çiqas weke virvirokê bizivire jî, qûna wî li pay wî ye.” Dibe ku ev metelog mîzahî xuya bike, lê Bafil Talabanî wekî gefek-dijminek li ser statuya Herêma Kurdistanê radiweste.