Diyar Dêrsim û Hozan Dîno di navbera sembola neteweyî û dengê welatparêziyê de

Diyar Dêrsim û Hozan Dîno di navbera sembola neteweyî û dengê welatparêziyê de

Huner û muzîka kurdî tu carî tenê ji bo kêfxweşî an jî derbaskirina wextê nebûye. Ew her tim bûye qada parastina ziman, nasname û nirxên neteweyî. Hunermendên kurd, di dema ku kurd ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar bûn, wekî balyozên doza gelê xwe rabûn. Lê belê, di salên dawî de, helwesta hinek hunermendan di nava raya giştî de dibe sedema nîqaşên kûr û rexneyên tûj. Yek ji van nîqaşan jî li ser helwesta Diyar Dêrsim û li aliyê din, helwesta birûmet û zelal a Hozan Dîno ye.

Rexneya herî mezin a ku îro arasteyî Diyar Dêrsim tê kirin, helwesta wî ya li hemberî sembolên neteweyî û bi taybetî “Ala Rengîn” e. Al, ji bo gelekê Kurd, tenê perçeyek qumaş nîne; ew nasname, rûmet, xwîna şehîdan û îradeya siyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê ye. Di gelek çalakî, konsert û bernameyan de, ranekirin an jî dûrketina ji bin siya Ala Rengîn ji aliyê Diyar Dêrsim ve, birîneke kûr di hişmendiya neteweyî ya guhdarên wî de vedike. Hunermendekî ku bi salan strênên şoreşgerî û neteweyî gotine, dema ku dor tê ser xwedîderketina li sembola herî pîroz a gelê xwe, nabe ku bikeve bin bandora polîtîkayên teng ên îdeolojîk an jî hizbî. Ev helwest, ne tenê kêmkirina nirxê aleke neteweyî ye, di heman demê de bêrûmetkirina bi bîranîna wan hezaran canguriyane ku di bin wê alê de canê xwe feda kirine.

Dema ku em li ser helwesta Diyar Dêrsim a li hemberî Ala Rengîn radiwestin, ev yek tenê wekî “helwesteke kesane ya hunermendekî” nayê nirxandin. Ev helwest, rasterast encam û berhema wê xeta îdeolojîk e ku ji aliyê Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye avakirin. Ji bo fehmkirina vê dûrketina ji sembolên neteweyî, divê mirov li paradigmaya weşan û ramanên vê tevgerê binihêre.

Abdullah Ocalan, bi taybetî piştî salên 1990’an û bi teoriya “Neteweya Demokratîk”, têgeha neteweperweriya klasîk a kurdî (Kurdperwerî) rexne kir û ew wekî “paşverûtiya feodal an jî burjuva” bi nav kir. Di bin navê antî-neteweperweriyê de, ev îdeolojî hêdî hêdî li dijî daxwazên bingehîn ên serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê derket. Li şûna dewleta serbixwe, projeyên wekî “Konfederalîzma Demokratîk” û “Hevjiyana bi gelên serdest re” hatin pêşxistin. Ev nêzîkatî ji aliyê gelek rewşenbîr û rexnegerên kurd ve wekî “îdeolojiyeke ku enerjî û şoreşa kurdî di nava sînorên dewletên heyî de dihelîne” û wekî helwest û hewleke  “dije-kurd” an jî “dije-neteweyî” tê pênasekirin.

Diyar Dêrsim jî, wekî fîgûrekî ku di hundirê vê makîneya îdeolojîk de mezin bûye, huner û helwesta xwe li gorî vê xetê ava kiriye. Sedema ku Diyar û hunermendên wekî wî li ser dikê û di çalakiyan de cih nadin Ala Rengîn, ne ji ber muzîkvaniyê ye; ji ber daxwaza îdeolojîk a partiyê ye. Ji bo vê îdeolojiyê, Ala Rengîn tenê sembola Herêma Kurdistanê (Başûr) an jî semboleke “neteweperwer a klasîk” e ku li gorî dîtina wan a polîtîk nayê qebûlkirin. Lê belê ev nêzîkatî xeletiyeke dîrokî ye. Ala Rengîn, hîn beriya ku herêmeke federal hebe, sembola Komara Kurdistanê ya Mehabadê (1946) û Xoybûnê (1927) bû; yanî rûmeta hevpar a hemû kurdan e.

Ev derdor, li şûna ku al û sembolên ku sedsal in kurdan li dora hev dicivînin bilind bikin, alên partîzanî û wêneyên kesane (wêneyên Ocalan) derdixin pêş. Ev rewş dibe sedem ku huner li şûna ku bibe amrazê yekitiya neteweyî, bibe amrazê dabeşkirin û perçekirina civakê. Kurdistan tenê bi yek îdeolojî an jî bi ramanên kesekî nayê pênasekirin; Kurdistan bi daxwaza azadiyê ya 50 milyon kurdî û bi sembolên wan ên neteweyî heye.

Helwesta Diyar Dêrsim a di vê çarçoveyê de nîşan dide ku çawa huner dema ku radestî dogmayên siyasî dibe, dikare ji rûmeta xwe ya neteweyî dûr bikeve. Rexneya herî mezin a dîrokî li ser wî û îdeolojiya ku ew pê ve girêdayî ye ev e: Tu partî, tu rêber û tu felsefe nikare xwe ji daxwaza serxwebûnê û ji Ala Rengîn a Kurdistanê bilindtir û pîroztir bibîne.

Li aliyê din ê vê hevsengiyê, wekî stêreke gerdûnî û rûmeteke mezin, Hozan Dîno radiweste. Dîno, bi dengê xwe yê kûr, bi helbestên xwe yên tije hesret û welatparêzî, nûnertiya ruhê resen ê hunera kurdî dike. Layîqê pesnê ye ku Hozan Dîno tu carî hunera xwe nekir qurbana berjewendiyên partiyekê an jî îdeolojiyeke teng. Ew her tim wekî hunermendê Kurdistanê ma. Dengê wî yê di “Çû”, “Oy Yarê” de, ne tenê stran in, qêrîna dilekî birîndar ê welat e ku her çar perçeyan wekî yek can dibîne.

Helwesta Hozan Dîno nîşan dide ku mirov dikare hem hunermendekî şoreşger be, hem li ser xeta welatparêziyê ya rast gavan bavêje, û hem jî ji nirx û sembolên neteweyî yên mîna Ala Rengîn re rûmeteke bêdawî nîşan bide. Dîno fêrî me dike ku hunera rastîn, ew e ku mirov xwe li ser her cure duberî û nakokiyên navxweyî yên kurdan re bigire û bibe dengê yekitiyê.

Hunermendên kurd divê bizanibin ku gelê kurd wan tenê ji bo dengê wan ê xweş hez nake; ji bo helwest, dilsozî û xwedîderketina wan a li ser nirxên neteweyî rûmetê dide wan. Diyar Dêrsim divê guh bide vê rexneya hişmendiya giştî û bizanibe ku tu îdeolojî ji Ala Rengîn û yekitiya neteweyî bilindtir nîne. Û Hozan Dîno jî, wekî her tim, dê mîna birceke rûmetê di dîroka hunera kurdî de her tim geş û zindî babetê pesnê bimîne.