Reva ji heqîqetê: Çima Ocalan li şûna navê dewletên dagirker bide, xwe di pişt gotinên îdeolojîk de vedişêre?

Reva ji heqîqetê: Çima Ocalan li şûna navê dewletên dagirker bide, xwe di pişt gotinên îdeolojîk de vedişêre?

Peyama herî dawî ya Abdullah Ocalan ku di Konferansa Îslama Demokratîk a li Amedê de hat xwendin, careke din nîşan da ku zimanê siyasî yê navenda Îmraliyê çiqasî ji daxwazên neteweyî û rastiyên rasterast yên gelê Kurd dûr ketiye.

Ocalan di peyama xwe de bi heman şêwazê klasîk ê çepbûna gerdûnî, bang dike ku “divê Îslam nekeve xizmeta dewlet û hêzên sermayedar (kapitalîst).” Ev gotinên giştî û teorîk di demekê de tên ziman ku metirsiya herî mezin a li ser dîn, nasname, ax û hebûna Kurdan ne tenê sermayedariye, belkî rasterast ew polîtîkayên qirkirin û asimilasyonê ne ku ji aliyê dewletên dagirker ên li Kurdistanê ve bi navê Îslamê tên meşandin.

Pirsa herî cewherî a li vir serhildide eve ku, gelo çima Ocalan bi nav û nîşan nabêje ku “divê Îslam nebe amûra hovîtiya dewletên Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê”? Di rastiya dîrokî û rojane de, firoke û dronên dewleta Tirk bi dirûşmeyên dînî û neteweperest gundên Rojava û Başûr topbaran dikin, rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi navê “Şerîetê” ciwanên Kurd li sêdare dide, û rejîmên Baasê bi navê Anfalê komkujî li ser vî gelî kirin. Di demekî weha de, bikaranîna gotina “hêzên sermayedar” li şûna tawanbarkirina rasterast ya van çar dewletên dagirker, hewleke eşkere ye ji bo revandina balê ji ser neyarên herî nêz û rasterast yên doza Kurdistanê.

Ev şêwazê parastinê yê ku Ocalan bi salan e di girtîgehê de pêş xistiye, her ku diçe zêdetir rastî berteka rewşenbîr û welatparêzên Kurd tê. Ew wekî lîstikeke teorîk a bêencam tê nirxandin ku tê de herêm rûbirûyî şer û wêraniyê dibe, lê serokê rêxistinê li şûna ku li ser parastina sînor û statuya neteweyî ya Kurdan daxuyaniyan bide, mijarê dibe asteke gerdûnî daku berjewendiyên dewletên herêmî û bi taybetî Enqereyê biparêze. Ev zimanê “sosyalîst ê klasîk” ê ku li ser maseya Îmraliyê tê hûnandin, encameke din nîne ji bilî bêçekkirina ramanî ya civaka Kurd li hemberî metirsiyên herî rasterast yên ku li ser sînoran û li herêmê rû didin.