Veguherîna şoreşekê bo dij-şoreşekê: Rola PKKê û Ocalan di Şoreşa Rojava (!) de û encamên wê

Bihara Erebî, ku di dawiya sala 2010 an de li Tunisê dest pê kir û di sala 2011 an de li Sûrîyê belav bû, di sala 2024 an de bi hilweşîna rejîma Baas-Esed bi dawî bû. Bihara Erebî ji bo Kurdan bi giştî û ji bo Rojava bi taybetî jî derfetên mezin vekirin. Serkeftina Kurdan li Rojava dê derbeyek mezin li pergala kolonyalîst a li ser wan hatibû ferzkirin bida.
Neteweya Kurd li çar beşên Kurdistanê ji bo Rojava seferber bû. Bi hezaran kur û keçên Kurd, ku em bi rêzdarî bejna xwe li hember bîranîna wan di tewînin, ji bo rizgarkirina Rojava jiyana xwe feda kir. Li gorî daxuyanîya Fatma Omer seroka komeleya gazîyan li Rojava, di Mijdara 2021 an de, 13,000 şehîd, 28,000 birîndar û 5,000 gazî-kêmendeam hebûn. Niha, ev hejmar ji 15,000 î derbas bûye. Tevî van hemû qurbaniyan, li Rojava ti destkeftiyên girîng ên Kurdan nehatin afirandin.
Ne bes e ku meriv vê têkçûn û teslîmbûnê li Rojava tenê bi durûtiya dewletên Rojava, bi taybetî Emerîka, an jî bi hêzbûna cephê dijî-kurd rave bike. Faktora herî bi bandor wesayeta ku Ocalan û PKKe li ser Rojava ava kirine ye. Dibe ku peyva wesayet ji bo vê rewşê ravekirinek têrker nebe. Ji ber ku ravekirina siyaseta PKKê li Rojava bi têgehên emanet, desteserkirin û rehînegirtinê guncawtir e. Û ev rewş pêvajoyek têkiliyên kevin û peymanên veşartî ye ku dîroka wê vedigere salên 1980a n.
Pêşniyara Cemîl Esad ji bo Ocalan
Pêvajoya kontrolkirina Rojava ji aliyê PKKê ve di sala 1986 an de dest pê kir. Di sala 1986 an de, di navbera Cemîl Bayik (Cuma) damezrinêrê PKKê û Cemîl Esad de peymanek hat çêkirin. Armanca vê peymanê parastina rejîma Baas a malbata Hafiz Esed li Rojavayê Kurdistanê bû.
Kurdên li Rojava têkoşînek azadîyê di salên 1940 an de dabû despêkirin, û van partîyan Rojava rasterast wekî beşek ji Kurdistanê dihesibandin. Dewleta Sûriyê ji van patîyên Kurdî ditirsiya. Wekî din, ew ditirsiyan ku rêxistina exwan-î Muslîmîn, ku Sunnî bûn, di nava Kurdên Rojava de bibin hêz. Li gorî vê peymana PKKe-Sûrîyê, PKKe dê van her du koman, ku dewleta Sûriyê ji wan ditirsiya, ji Rojava dûr bixe. PKKe, ku Rojava li ser navê rejîma Esed kontrol dikir, ji bo Ocalan gelek derfet bi dest xistin, di nav de ewlehî, şert û mercên jiyanê û deriyên sînor. Dema ku Ocalan li Şamê di bin parastina dewletê de dijiya, kadroyên wî dikarîbûn bi aramî raya giştî tanzîm bikin û li herêmên Şam, Heleb, Efrîn û Cîzreyê civînan li dar bixin. Di vê heyamê de, ji bilî hinek nakokîyên biçûk, PKKe rastî ti astengiyan li Rojava nehat.
Gelo Li gorî PKKê, Rojava Kurdistan e yan na?
Ji peymana 1986 an vir ve, PKKê qet Rojava wekî beşek ji Kurdistanê nedîtîye û rêxistin nekiriye û qet ji bo Kurdên li Rojava ti daxwazek neteweyî nekiriye. Piştî 1986 an, bi sedan ciwanên Kurd bi dirûşmeya “Emê herin Welat” şandin çîya ku tevlî gerîla bibin. Rojava ne “welat” e, welat Başûr û Bakur e. Rojava beşeke ji Sûriyê ye.
Ji ber vê yekê, pênaseya Rojava wekî “Bakurê Rojhilatê Sûriyê”, ku me ji sala 2013 an vir ve gelek caran bihîstiye û hin Kurdan rexne lê kirine, ne nû ye. Ji bo PKKê, Rojava her tim beşek ji Sûriyê ye ango ne Kurdistan e.
Di salên 1990 î û destpêka salên 2000î de, ev gotara PKKê baş bala raya Kurd nekişand. Lêbelê, bi demê re, eşkere bû ku ev ne tenê daxuyaniyek bû, lê di heman dem helwestek siyasî bû. Ew kesên ku li ser navê Rojava siyaset dikirin, wek Mazlum Ebdî, Îlham Ehmet, Fewza Yusuf û Aldar Xalil, qet derneketin û negotin, “Em dixwazin Kurd xwe bi xwe birêve bibin, ne gotin ev bajar bajarên Kurdan in, ev maf mafên Kurdan in.” Niha tê gotin çima Kurdan li Rojava ti destkeftiyek bi dest nexistin, ji ber ku pêkhateyên PKKê yên ku li Rojava derketin pêş ji bo Kurdan tiştek nexwestin û ne xwedîyê armancên Kurdayetî bûn.
Ev ne kêmbûna pêşbîniya siyasî bû, ew hilbijartinek sîyasî bû.
Du Serdemên Emanetê li Rojava…
Xalek din ku hewceyî zelalkirinê ye derbarê Rojava de ev e ku di 19 ê Tîrmeha 2012 an de li Rojava çi şoreş çênebû ne. PKKê ajandaya Îranê ya ku rejîma Esed li ser piyan bihêle û plana wê bike baregeha navendî ya projeya Heyva Şîe qebûl kir. Yanî, Rojava di bin garantorîya Îranê de ji Esed weke emanet hate wergirtin. Esed heta roja ku ketî jî, di berdêla ne radestkirina Rojava ji rêxistinê sune re, piştgirî da hebûna PKKê li Rojava.
Em dikarin wê pêvajoyê wiha bi kurtî pênase bikin:
Serdema Emanetê yekem: Ji 12 ê Tîrmeha 2012 an heta hilweşîna rejîmê di 8 ê Kanûna Pêşîn a 2024 an de, PKKê Rojava wekî emanetekê di berdêla pêşîgirtina li hilweşîna rejîma Sûriyê de girt.
Serdema Emanetê a duyem: Tam 11 roj piştî banga Ocalan a ji bo hilweşandina PKKê di 27 ê Sibatê de, peymana çarçoveyî ya ku di 10 ê Tîrmeha 2025 an de hat îmzekirin, bû sedema radestkirina Rojava ji dewleta Tirkiyê re. Ji ber vê yekê, ev radestkirin beriya pevçûnên 2026 an pêk hat.
Hêza ku bandor li ser vê pêvajoya radestkirinê kir Evdila Ocalan û rêveberên wî bûn. Wan pêvajo meşandin. Kesayetên mîna Mazlum Ebdi, Sîpan Hemo, Îlham Ehmet, û Aldar Xalil piyonên pratîkî yên li ser rûpelên ragihandinê.
PKK ê, mîna nujekê, xwîna Rojava mijî, ji bo xwe kir hêz. PKKê şervan, çek, derfetên dîplomatîk û pere bi dest xist. PKKê Rojava îstismar kir û ji her kesî re bazar kir. Di dawiyê de, fîlmê 13 salî di nav lepên rejîma Şamê de bi dawî bû, wekî ku Tirkiyê pêşbînî kiribû. Yanî, PKKê Rojava radestî Şamê kir, rejîma ku wê Rojava wekî emanet jê wergirtibû dubare radestî rejîma nû ya Şamê kir.
Niha, bi vê rewşê de jî, ew hîn jî li ser şoreşa Rojava diaxivin. KCKe dibêje ku Rojava dê li ser xeta Apoyîstan berdewam bike. Mazlum Ebdi ev bêşermiya xwe di asta herî bilind de nîşan da. Di axaftina xwe ya duh de, Ebdî got: “Em destkeftiyên xwe yên şoreşgerî entegreyî tevahiya civaka Sûriyê dikin; pêvajoyek nû dest pê dike.”
Li Rojava PKKê şoreşek li dijî Kurdan kir û hemî hêvîyên azadîyê tamirandin
Em dikarin rewşê wiha şîrove bikin: Komployek heye ku Kurdên Rojava bi Kurdbûna xwe poşman dike û bi Kurdistanê rabûn poşman dike. 15,000 şehîdên wê hene, bajar hatine dagirkirin, bi sed hezaran kes koçber bûne, li tu derê avedanî tune ye, mirov birçî û bêkar in. Kurd îro ji serdema Esed xizantir in. Û hûn vê yekê wekî “şoreşa Rojava” bi nav dikin.
Na-Naa, li holê de çi şoreşên Rojava tune ne; li Rojava PKKê şoreşek li dijî Kurdan kir û hemî hêvîyên azadîyê tamirandin.