Dengê Çiyayên Bêdeng û Xwîna Bêxwedî!

Şeyhmus Ozzengin

Şeyhmus Ozzengin

Çil sal… Çil sal li serê çiyayên Kurdistanê, bi can û xwîna zarokên me, bi hêviya dayikan û bavên me, şer hate kirin. Şerrekî biqirêj bû. Beşek mezin ji kurdan digotin: “Ev şer ji bo azadiya miletê Kurd e, ji bo axa me, ji bo rûmetê me.” ye.

Lê niha, dema em li paş xwe dinêrin; em dibînin ku ev serhildan, ne tenê têkçûye, bûye amûrekî ku mejî û canê miletê Kurd jî xistiye bin xîyanetek giran.

150 hezar zarokên Kurd… Hejmarên ku dilê her dayikekê dax dide. 5 hezar gundên me şewitandin û vala kirin. 10 milîyon Kurd ji welatê xwe koçber û surgûn bûn. Bi milyonan Kurd di zîndanan de razan, işkence dîtin, ji axa xwe hatin derxistin. Asîmîlasyon û dejenerasyon gihîşt astek bilind.

Kî bû sedema vê?

Dewleta tirk û hêzên wê, belê. Lê ya herî tal û biêş ev e: rêxistinên ku digotin “em parêzvanên doza Kurd in”, di dawiyê de bûn yek bi dijmin re. Ocalan û PKK, piştî çil salan, bê ku ji vê ked û bedêla ku miletê Kurd daye, fedî bikin, teslim bûn. Ne ji bo Kurdan tiştekî bidestxistin, ne jî ji bo axa me. Her tişt vegeriya ser “parastin, xurtkirina dewleta tirkan û entegrekirina Kurdan bi dewleta tirk re”. Yanî, “doza me” ji nû ve hate bernamekirin û têkbirin.

Ev ne tenê têkçûna leşkerî ye. Ev têkçûna mejî û ruh e. Miletê Kurd, ku bi sedsalan li dijî zordariyê sekinî bû, niha di bin barê “aştî”ya ku ji jor ve tê dayîn de ye. Hêzên taybet yên parêzvanên dewletê, pîlan û projeyên xwe gihandin asta programê. Em êdî ne tenê di zîndanan de ne; em di mejî de jî hatine girtin, zîndan kirin. Zarokên me digotin “azadî”, lê îro beşek ji wan dibêjin “aştî”, ya sexte, ku tenê navê wê ye.

Lê ez, wek kurdperwerekî dibêjim; ev ne dawiya me ye. Xwîna ku li çiyayên Kurdistanê rijîya, ne ji bo teslimbûnê bû. Wan zarokan, wan cengaweran bi hişmendîyek milî, Kurd û kurdistanî, berê xwe dan serê wan çîyayên qedîm. Mixabin li serê wan çîyayan, raserê rêveberîyek xîyanetkar bûn.

Gundên şewitî, zarokên kuştî, dayikên şîn û zîndanên tarî…

Ew hemû şahidên rastiyê ne. Rastiya ku dibêje: doza miletê Kurd ne di destê yek kesî de ye, ne jî di destê rêxistinekê de ye. Ew di dilê her Kurdekî de ye, di zimanê me de ye, di çiyayên me de ye. Di dîrok û hişmendîya me de ye. Ti hêz nikarin vî agirê daxwaza azadîya miletê Kurd bitemirînin. Ev millet wê li ser xaka xwe bibe xwedî desthilatdarîyê, wê bibe xwedî dewlet.

Em êdî divê ji xewê hişyar bibin. Em êdî divê ji “rêber”ên ku me birin serê çiyayan û paşê me teslim kirin, hêviyê nekin. Bikaribin hesab ji wan bipirsin. Hesabên xwîna zarokên xwe, hesabê şewitandina gündên û hesabê wêrankirina gundên xwe bipirsin. Hesabê keda xwe, rojû şevên îşkence û zîndanîyên xwe bipirsin.

Em divê roj berî roj li xwe vegerin. Werin Ser hêza xwe, ser yekîtiya xwe a milî, ser rûhekî milî, ser rastiya dîroka xwe: Kurdistan, ne tenê ax e; Kurdistan ruh e, kede, hişmendîyek dîrokîye, zimane, çand e bîr e û ev ruh hîn jî dijî.

Bila dengê me bilind bibe:

Em êdî naxwazin ku xwîna me ji bo projeyên kesên din û dijminên me birije. Em naxwazin ku zarokên me ji bo “aştî”ya sexte, ku tenê navê wê ye, bên kuştin. Em dixwazin azadiya rastîn, azadiya ku ji dilê miletê Kurd derdikeve, ne ji destê yekî ku di Îmralî de ye an jî li paytextên biyanî.

Ev serhildan têkçûye. Lê miletê Kurd… hîn jî li ser pêya ye û heya ku yek Kurd li ser axa Kurdistanê bimîne, heya ku yek zarokekî bi zimanê xwe (Kurdî) biaxive, doza me dimîne.

Em Kurdperwer, dengê wan zarokên ku hatin kuştin in.

Em Kurdperwer, dengê wan gundên ku hatin şewitandin in.

Em Kurdperwer, dengê Kurdistanê ne û em êdî naxwazin û rênadin ku kes me bifroşe.