Tiştên ku li Kobanî û Hesekê qewimîn, kurte çîroka entegrasyonê ye…

apo-rojava-entegrasyon-net

Siyaseta “entegrasyonê”, ku di 10 ê Adara 2025 an de li Rojava dest pê kir û Mazlum Ebdî di 25 ê Tebaxê de ragihand ku temam bûye, bi lezûbez berdewam dike.

Bi rastî, dikare were gotin ku Rojava modelek e ku siyaseta “entegrasyonê”, ji hêla Ocalan,  wekî çareserîyê ji bo Kurdên pêşkêşî çar perçeyên Kurdistanê kir. Rojava berê wekî mûxteberekê dihat bikar anîn ku Ocalan li gorî fantazîyên xwe kanton, xweseriya demokratîk û hwd li Rojava ceribandin. Ew ceribandina kantona demokratîk, ku digotin “wê cîhanê rizgar dike”, hilweşiya, û niha ceribandina “entegrasyonê” di heman mûxteberê de tê meşandin.

Û em dikarin bibêjin ku tiştê ku di sê rojên dawî de li Rojava qewimî, ku navenda wê Hesekê û Kobanî ye, di rastiyê de siyaseta “entegrasyonê” bixwe ye.

Di encama vê siyasetê de, careke din ji bo Kurdan tiştek nemaye ji bilî derketina kolanan, xwepêşandanan, mirinê, kuştinê, şînê û di dawiyê de qebûlkirina têştên li ser wan tên sepandin. Werin em li tiştên ku li Rojava qewimîne binêrin ji dema ku Mazlum Ebdî li qesra Şamê got “entegrasyon temam bûye, QSD hatiye hilweşandin.”

Pêşî, Kurd dîsa ji bo mafê xwe yê zimanê zikmakî derketin kolanan. Ger pêvajoya entegrasyonê temam bûye, heta QSD jî hat hilweşandin, wê hingê çima gel daket kolanan?

Lêbelê, tiştên ku piştre qewimîn bi awayekî wêranker nîşan dan ku entegrasyon dê ji bo Kurdan çi bi xwe re bîne.

Di 11ê Îlonê de, Sîpan Hiznî, şervanekî berê yê QSD û niha leşkerekî Artêşa Sûriyeyê, ji aliyê çeteyên girêdayî Şamê ve hate kuştin. qatilan ewqas bêwijdan bûn ku wan dîmenên kuştinê li ser medyaya civakî parve kirin. Û piştre, wan gef li Kurdan xwarin. Xelk dîsa daketin kolanan. Kurd dîsa mirin û dîsa denge lorikên dayikan çûn asîman.

Ocalan û rêxistina wî, di daxuyaniyên xwe de, bûyer wekî provokasyon bi nav kirin. Lêbelê, bûyer ne provokasyon e,  rastîyekî dijwar e. Sîstema ku wan Kurd di bin navê entegrasyonê de tê de entegre kirine, sîstemek kurd-kuj e.

Li Sûriyê, komên çete yên çekdar hatine ser desthilatê. Lê ew nebûne dewlet; ciddiyeta dewletekê bi wan re tune. Heta navê Sûriyê wekî dewletek jî hîn ne diyar e; destûrek, pênaseya hemwelatîbûnê, sîstemek hiqûqî tune, û Kurd bi rêya Ocalan û siyaseta wî ya xapînok a eleweredalawere Mehmetê Kurd here nobetê” bi vê sîstema kaotîk de hatine entegrekirin. Li herêmekê ku Elewî û Durzî di tirsa jiyana xwe de dijîn, ku eşîrên Ereb wekî desthilatdarên herêmî tevdigerin û her kes çekdar e, hêvîkirina ku Kurdên li Sûriyê bi qîrîna dirûşmeyên wekî “biratiya gelan” azadiyê bi dest bixin, ehmeqîyekî mezin e. Ev ne bûyerek tenê ye. Bûyerên din ên bi vî rengî wê bi berdewamî biqewimin. Rêxistinkirina siyasetek wisa xiyanetek li Kurdan e.

berpirsê sereke yê vê xiyanetê Ocalan e

berpirsê sereke yê vê xiyanetê Ocalan e. Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed, Fewza Yûsuf (Zaxo Zagros), Aldar Xalil, Sîpan Hamo û yên din berdeskên vê xiyanetê li ser qadê ne. Dewleta Tirk, ku dixwaze li ber bidestxistina statuyê li Kurdan bigire, pifîkiriye Ocalan, Ocalan bifîkirî ye kadroyên Rojava û kadroyên PKKê bifîkirî ye gel… ev sîstema pifîker enerjiya Kurdan bi dirûşmeyên wekî “şoreş-deskeft-Şehîd” ev sere 50 sala ye dimije.

PKKê di 50 salan de tiştek bi dest nexistiye, û siyaseta wê ya entegrasyonê jî tiştekî ji bo Kurdan bi destnaxe. Sermaya herî mezin a PKKê serkeftina wê di warê seferberkirina girseyan de bi rêya endezyariya civakî ya berfireh û propaganda-Ajîtasyona medyayê ye. Ew gele li ser rêbaza dewleta serbixwe hilperî rêya îstismara hestyarî, aborî, xwîn û cesaret, li dora xwe kom kir. Piştre heman girseya serxwebûn xwaz bi konfederalîzma demokratîk, û niha jî bi pergala entegrasyonê motîve dike. Şîyana PKKê ya vê yekê ji bo Kurdan ne destkeftiyek e; berevajî vê, ew di xwaze hestên Kurdan yên neteweyî bi tavizine û bi wan bi wan bide winda kirin.

Armanca Siyaseta entegrasyonê mêjtina enerjiya Kurdan e. Mîna kevirê aş ku bi berdewamî li dora xwe dizivire, ev gel bi salan di çerxek ‘şoreş-şehîd-destkeftin’ de hatiye girtin, enerjiya wan dimije. Siyaseta entegrasyonê ji bilî holanê di navbera PKKê û pergalên kolonyalîst de tiştekî ji Kurdan re nayne. PKKe li ser maseyê bi dewletê re danûstandinan dike, û dû re bang li gel dike ku ji bo mafên xwe derkevin kolanan. Dema ku gel derdikeve kolanan, ji dewletê re dibêje, “Hinekî zêdetir derfet, hinekî zêdetir pile, hinekî zêdetir desthilat bide me da ku em va Kurdên kolana aram bikin.”

Ocalan ji dewleta Tirkiyeyê re dibêje, “Derfetên xizmet kirine bidin min ku bixebitim, da ku ez bikaribim Kurdan kontrol bikim, Barzaniyan kontrol bikim û Kurdan bi deriyê we ve girêbidim.”

Mazlum Ebdî dibe şêwirmendê  Şara, diçe Kobaniyê û li ser navê dewleta Sûriyê Kurdên hêrsbûyî Aram dike.

Kurd xwîna xwe dirêjin, zarokên xwe qurbanî didin, û PKKe bi vê xwînê di dewletê de cih ji xwe re çêdike. Ew li ser navê dewletên dagirker Kurdan kontrol dike.

Entegrasyon ne şêweyekî daxwaza azadiyê ye

Entegrasyon ne şêweyekî daxwaza azadiyê ye. Haa dikarin bibêjin hêza me ya dewleta serbixwe avakirinê nîne ku şert û merc ne guncaw in. Mirov dikare li ser vê niqaş bike. Lê PKKe vê yekê nake. Siyaseta entegrasyonê ya PKKê li gorî berjewendiyên Kurdan nîne. Berevajî vê, ew ji ber şert û mercên Rojhilata Navîn ji bo dirêjkirina temenê sîstemên kolonyal hatiye damezrandin. Wekî din, ji Kurdan re dibêje dewlet xirab e, dewlet me dike kole, em Dewleta Kurdistanê nexwazin, û yên ku dewletê dixwazin ew xayîn in, û dûv re jî li ber deriyên dewletên kolonyal weke parseka ji xwe re mafê xizmeta dewletên kolonyalist talep dikin.

Divê Kurd ji bûyerên li Rojava ders derxin û bibînin ku tiştê qewimî ne provokasyon e, ne bûyerek lokal e û piştî demekê nekû disekine. Divê Kurd vê rastîyê bibînin ku fikra entegrasyonê dê wan roj bi roj ber bi sîstemek cehennemî ve bikêşe. Entegrasyon tûnebûn e, asmîlasyon e û xwe kujî ye.