Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê piştrast kir ku parastin û aramiya Herêmê di destên ewle de ye û hişyariyeke tund da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku li gorî rêkeftina di navbera hêzên Hevpeymanan û Hikûmeta Federal a Iraqê de, îro 30ê Îlona 2026an roja dawî ye ji bo bidawîhatina erkê serbazî yê hêzên hevpeymanan. Wî bal kişand ser rola girîng a Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî terorê û bihêzkirina aramiyê de û spasiya keda wan û giyanê şehîdên Pêşmerge, hêzên Iraqî û hevpeymanan kir.
Derbarê şîrove û fikarên piştî vekişîna hêzên hevpeymanan de, Serok Barzanî ragihand ku hevahengiyeke pir baş di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de heye ji bo bersivdana her cure gefan, çi di bin navê DAIŞê de be yan bi her navekî din be. Wî tekez kir ku ji bo qonaxa paşerojê jî, Herêm û Iraq dikarin li gorî mercan rêkeftinên dualî bi welatên hevpeyman re bikin.
Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî hişyariyeke rasterast da dijmin û aliyên ku metirsiyê li ser Herêmê çêdikin û got: “Her kes û aliyê ku xeyal bike bibe gef li ser aramiya Herêma Kurdistanê, bila bizanibe li vir bi qasî pêwîst Pêşmerge û qehreman hene da ku berevaniyê ji xelk û axa Kurdistanê bikin û hemû destdirêjiyan têk bişkînin.”