Rêkeftina HSD û Şamê dikeve pratîkê: Hêzên ewlehiyê li ser rêya M4ê belav dibin

Rêkeftina HSD û Şamê dikeve pratîkê: Hêzên ewlehiyê li ser rêya M4ê belav dibin

Di çarçoveya cîbicîkirina xalên rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya navdewletî ya M4ê û deverên cuda yên parêzgeha Hesekê dest bi belavbûnê kirin.

Pêvajoya belavbûna hêzên ewlehiyê li parêzgeha Hesekê û bi taybetî li xalên sereke yên ketina bajarê Qamişloyê dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de, Hêzên Ewlekariya Rêyan û Hêzên Navxweyî li ser xetên sereke yên Til Temir – Qamişlo û Amûdê – Qamişlo, her wiha li ser rêya navdewletî ya M4ê hatine bicihkirin.

Hêzên Operasyonan ên ser bi Asayîşê ve, yên ku tevlî hêzên hikûmetê bûne, bi hevahengî û hevkariya Hêzên Ewlekariya Navxweyî re li ser van rêyên stratejîk xalên kontrolê yên hevbeş ava kirine.

Ev pêngav û tevgera nû ya hêzên ewlekariyê di çarçoveya cîbicîkirina xalên rêkeftina 29ê Çileyê de tê ku di navbera fermandariya HSDê û Hikûmeta Şamê de ji bo asayîkirina rewşa navçeyê hatibû îmzekirin.