Hikûmeta Şamê bi biryareke fermî û bi îmzeya Wezîrê Werziş û Ciwanan, navê tîma werzişî ya bajar Eyn el Ereb” guhert û kir “Tîma Kobanî”.
Li gorî biryarnameyê, hemû biryar û zagonên salên berê yên derbarê navê tîmê de hatine betalkirin û divê hemû alî pêbendî navê nû bibin.
Tê payîn ku piştî vê pêngavê, hikûmeta Sûriyeyê di tevahiya saziyên xwe yên fermî de navê “Kobanî” bi kar bîne.
Îro 5’ê Cotmeha 2026’an, bi biryareke fermî ya Wezîrê Werziş û Ciwanan ê hikûmeta Şamê Mihemed Samih Ehmed, guhertineke dîrokî di navê tîma werzişî ya herêmê de hate kirin. Di belgeya fermî ya wezaretê de hatiye diyarkirin ku êdî navê tîmê weke “Tîma Kobanî” hatiye pejirandin.
Di çarçoveya vê pêngavê de, wezaretê ragihand ku hemû biryar û kaxezên salên borî yên ku tê de navê “Eynel Ereb” ji bo tîmê hatibû bikaranîn, hatine hilweşandin. Ev biryara nû ji roja derketina xwe ve (îro) ketiye warê cîbicîkirinê û hemû aliyên peywendîdar li Kobanî û seranserî Sûriyeyê neçar in ku pabendî vê guhertinê bin.