Malbata mamoste û siyasetmedarê Kurd Hesen Keleş ku piştî revandinê hatibû kuştin, bi rêya ragihandinê bang li aliyên peywirdar kir ku kujerên wî bilez werin girtin û cezakirin.
Di merasîma şînê de ku li gundê Sêgirka Çolê yê ser bi bajarokê Girkê Legê birêve diçe, mamê wî Ehmed Keleş daxuyaniyek da û tekez kir ku ji bo dabînkirina aramiya civakî û parastina ewlehiya xelkê, divê encamderên vê tawana giran bêne darizandin û sizadan.
Hesen Keleş ku 20 salan mamostetiya dibistana Ceyla ya li Rimêlanê kiribû û endamê encûmena herêmî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya (PDK-S) bû, di 30yî Îlonê de li bazara Girkê Legê ji aliyê kesên nediyar ve hatibû revandin. Piştî çend rojan, termê wî li devera Til Koçerê hatibû dîtin.