Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihand ku rêxistina PKKeya hilweşiyayî li devera Bazê ya li herêma Metînayê ya Herêma Kurdistanê çar baregehên xwe vala kirine ku ji şikeft û tunelên şer pêkhatine.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji Ajansa Anadoluyê re axivîn û agahiyên nû derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê dan.
Wan çavkaniyan diyar kir ku di çarçoveya hewldanên ji bo valakirina deverên ku metirsiya pevçûnan li wan heye, PKKyê 8ê Çiriya Pêşîn a 2026an çar baregehên xwe vala kirine.
4 baregehên sereke hatin valakirin
Li gorî agahiyên wan çavkaniyên ewlehiyê, PKKyê baregehên bi navê “Xebat, YAJK, Sebrî û Sason” ên li devera Bazê ya Metînayê vala kirine.
Divê were gotin ku PKKyê roja pêncşemê (8ê Çiriya Pêşîn a 2026an) bi navê Birêvebiriya Tevgerê daxuyaniyek belav kiribû.
PKKyê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wan çend roj berê hemû hêzên xwe ji nav Tirkiyeyê vekişandine.
Her wiha PKKyê diyar kiribû ku wan tunel û çeperên xwe yên li Zap û Metînayê (Herêma Kurdistanê) jî vala kirine.