Desteya Yasayî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bi amadebûna Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl li nivîsgeha PDK-Sê ya li Qamişloyê civiya. Di civînê de encamên danûstandinên dawî yên şandeya wan a li Şamê hatin nirxandin û gavên nû yên qanûnî hatin destnîşankirin.
Biryara sereke ya vê hevdîtinê, avakirina komîteyeke taybet bû ji bo şopandin û lêkolînkirina dosyaya dîrokî ya “Kembera Erebî” û cîbicîkirina pîvanên dadweriya veguhêz. Di heman demê de, rola parlamenterên Kurd ên di Meclisa Gel a Sûriyeyê de û mekanîzmaya çalakiya wan a ji bo parastina mafên neteweyî hatin gotûbêjkirin. ENKSê biryar da ku ji bo pêşxistina projeyeke hevpar a destûrî di paşerojê de komxebatên hiqûqî pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve, Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl ronahî xiste ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê. Ismaîl tekez kir ku girîng e xebatên siyasî û yasayî li gorî daxwaz û hesasiyetên vê qonaxa hesas bi hevahengiyeke xurt birêve biçin.