Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Firokxaneya Riyadê şermezar kir

Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Firokxaneya Riyadê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro, Yekşemê (11ê Cotmeha 2026an), daxuyaniyeke fermî belav kir û tê de êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê bi tundî pûç û şermezar kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, di encama vê êrîşa ku roja Şemiyê rû dabû de, hinek welatiyên sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne. Serokatiyê hevxemî û sersaxiya xwe arasteyî serkirdayetî, hikûmet û gelê Şahnişîna Erebistana Siûdiyê û malbatên qurbaniyan kir û hêviya çêbûnê ji bo birîndaran xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku divê canê sivîlan li herêmê bê parastin û alozî bêne rawestandin. Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya temam ji bo asayîş, ewlehî û aramiya Erebistana Siûdiyê û tevahiya herêmê nîşan da.