Li başûrê Kerkûkê efserek û leşkerek hatin kuştin

Kirkuk-iraq-net

Li başûrê parêzgeha Kerkûkê di encama teqîna bombeyeke vedayî de bi hêzên artêşa Iraqê de, efserekî payebilind û leşkerek hatin kuştin û du leşkerên din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin; teqîn li Wadî Zixeytûnê ya li başûrê parêzgeha Kerkûkê, di dema birêveçûna operasyoneke pişkinîn û paqijkirina navçeyê de, qewimiye.

Di encama teqînê de efserekî bi pileya “Emîd” ligel leşkerekî hatine kuştin û her wiha du leşkerên din jî bi giranî birîndar bûne.

Ev geryan û pişkinîn piştî wê yekê hat ku duhî firokeyên şer li heman herêmê çend veşartgeh û kozikên paşmayên çeteyên DAIŞê kiribûn armanc û bombebaran kiribûn.

Li gorî zanyariyan, yekser piştî bûyerê hêzên zêdetir ên ewlehiyê gihîştine cihê teqînê, herêm xistine bin kontrolê û termê kuştiyan ligel birîndaran bo nexweşxaneyên nava bajarê Kerkûkê hatine veguhastin.