Ocalan dê bi rîya vîdyokonferansê beşdarî civînên pêvajoya Tirkiyeya bê teror bibe

Xapo-Komite-info

Tê çaverêkirin ku rêberê PKKeya hilweşiyayî Abdulla Ocalan bi rîya vîdyokonferansê an rêbazek din beşdarî civînên komîteyên pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” bibe û ger pêwîst be, civîn dikarin li Îmraliyê jî werin lidarxistin.

4  komîteyên ku di nav serokkomariyê de hatine damezrandin, dest bi xebata xwe ya li ser pêvajoya bêçekkirin, tasfyekirin û hilweşandina PKKê kirine.

Hat ragihandin ku li rojên pêş me, civînên komîteyên pêwendîdar dê werin lidarxistin û Abdulla Ocalan dikare bi rîya vîdyokonferansê yan rêbazek din tevlî van civînan bibe.

Bernameya xebatê yê komîteyên ku di serokkomariyê de hatine pêkanîn, dê  pêvajoya çareseriyê be ku hikûmet jê re dibêje “Tirkiyeya bê teror”.

Her yêk ji komîteyên çavdêrîkirin û diyarkirinê û komîteya bêçekkirinê û koordînasyona sitratejîk, di nav serokkomariyê de hatine damezrandin û wan dest bi xebata xwe kirine.

Herweha komîteya dadwerî û yasayî, ku dê pêvajoyên yasayî yên endamên PKKê yên ku teslîm bûne an jî di girtîgehê de ne bişopîne. Komîteya yekgirtina civakî û entegrasyonê jî, ku dê bi pêvajoyên entegrasyona civakî ya kesên ku çekên xwe danîne re mijûl bibe.

Ocalan dê beşdarî civînê bibe

Hat ragihandin ku komîteya sitratejîk û bêçekkirinê, ku dê çavdêrîya û pêvajoya bêçekkirin, tasfyekirin û hilweşandina PKKê bike, dibe ku di rojên pêş me de bi beşdarîya Abdulla Ocalan bicive.

Komîte dê nûnerên rêxistina îstîxbarata neteweyî (MÎT), wezareta karên hundir, wezareta karên derve û wezareta parastina neteweyî di nav xwe de bigre, û her wiha komîte dê pêvajoyên hatina endamên PKKê bo tirkyeyê jî koordînasyon bike.