Li Hesekê êrişî xwendekarên ku daxwaza perwerdeya bi kurdî dikirin hate kirin

Heseke-zimane-kurdi-net

Li bajarê Hesekê, xwendekarên ku ji bo mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî li ber avahiya parêzgariyê daketibûn qadan, rastî êrişa bi dar û keviran hatin.

Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê, li bajarê Hesekê komek ji xwendekaran ji bo redkirina sînordarkirinên li ser zimanê kurdî û daxwazkirina mafê xwendina bi zimanê dayikê, li ber avahiya Parêzgeha Hesekê çalakiya nerazîbûnê lidar xist. Lê çalakî rastî êriş û destwerdanê hat.

Xwendekarên beşdarî çalakiyê bûbûn diyar kirin ku komek ji taxa Xiwêranê ber bi wan ve hatiye û kevir avêtine çalakvanan. 

Ev nerazîbûna xwendekaran, di çarçoveya pêleke berfireh a çalakiyan de tê ku herêmên cuda yên parêzgeha Hesekê li xwe girtiye. Çalakvan û xelkê herêmê wan sînordarkirinan red dikin ku li ser xwendina bi zimanê kurdî tên sepandin.

Beriya niha li gorî biryara hikûmeta Şamê, zimanê kurdî wekî “zimanekî niştimanî” hatibû qebûlkirin û li dibistanên wan navçeyên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, heftane tenê 3 wane (ligel waneyeke çalakiyan) jê re hatibûn veqetandin.

Lê belê xwendekar, mamoste, saziyên sivîl û şêniyên herêmê vê biryarê wekî hewldaneke ji bo tengkirina qada zimanê kurdî dibînin û qebûl nakin. Daxwaza bingehîn a xwepêşanderan ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.