Ma heta kengî xaîntî

Ma heta kengî xaîntî

Bûbê Eser

Ez gazî miletê xwe ê bê dewlet dikim. Diqîrim bi dengekî bilind, dikim hawar, bi dengekî bi êş, dikim gazî, bi dengekî xemgînî dibêjim kurdno xwedî li welatê xwe derkevin.

Ji bona çêkirin û biserxistina tiştên baş, divê bingehên asasî bêne avêtin. Heger asas xerabe be, gavên ji bona avêtinên baş çênabe.

Hin kurdên xaîn û xwefiroş êdî ji ber kiryarên xwe yên li dij gelê xwe, bêhna genî ketiye laşên wan. ji ber bêhna xwe ya genî mecbûr dimîne ku ji nava xelkê direvin û xwe dispêrên dagirkeran.

Weke rewşa YNK a niha û serokê wê yê ku rişma wî di destê dagirkeran de ye. Êdî ji gendeliyê, ji talan û diziyê, ji barbarbûn û zilma li gelê kurd kirine û dikin, genî bûne. Loma jî nikarin ji ber wê bêhna genî di nava gel û parlemena wê de bisekine.

Li gor min baş bû ku bi xwe ji parlemana ku bi xwîna pêşmêrgeyan hatiye avakirinê, dûr xistin. Ya na wê vir jî weke xwe genî kiribana. Lê niha dor hatiye ku parlemene ku bi piraniya beşdaran hate vekirin. Divê êdî ew jî erka xwe bîne cih.

Weke parlemeneke demokratîk piraniya bi destxistina parlemenan, divê karê xwe bike da ku êdî rêya parastin û gavên berbi serxwebûnê bêne avêtinê.

Divê miletê kurd netirse û li ser nigan bin. Ji bona parastina erda xwe, namûsa milet û xelkên xwe, xwe li dor Barzaniyan bicivînin. Wan bi hêz û bi qawetir bike da ku ew jî çi li Kurdistanê û çi jî di qada navneteweyî de mafê kurdan ê rewa biparize. Maf û parastin, xwedî li xwe û gelê xwe derketandin, bi hêz ê qawetê dibe. Ew jî xelk, gel û milet dikare vê bide Barzaniyan.

Barzaniyên ku ev zêdeyî sed salane ku ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê şer dikin. Bi qasî çemê firat û dicleyê xwîn ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe rijandinin. Kurdistana îro ku li başûrê Kurdistanê bi dest xistine, wê nekin qurbana yekî weke Bafilê ku rişma wî di destê dagirkeran û bi taybetê di ya îranê de ye, berde.

Roj hatiye ku divê êdî xelk û endamên ku heta niha bi YNK û Celaliyan bawer bûn, vê baş bizanibin ku wê baweriya we ya hûn bibin xwedî dewletek serbixwe û azad, binpê dike. Ji sala 1966an heta îro vê YNK û bi taybetî Celaliyan nehiştine û naxwazin miletê Kurd bighêje azadî û serbûna xwe.

Bav û kalikê Bafil çawa nikarîbû pişta Barzaniyan bidin erdê û kurdan bikin kolên dagirkeran, wê qet Bafil û brayê xwe Qubat dê nikaribin armanca bav û kalê xwe ya tunebûna Barzaniyan û bindestiya kurdan bînin cih.

Gazî û hawara min ji gelê min re ew e ku netirsin û nekevin taya mirinê. Bizanibin ku heta Barzanî hebin dê kurd bi temamî û başûrê Kurdistanê bi taybetê wê bighêjin mafê xwe yên rewa. Wê azadî û serxwebûna miletê xwe ragihînin da ku rohniya xwe bide perçên din jî.

Zedeyî sed salan e ku Barzanî şerê çar dagirkeran kiribûn û dikin, lê qet têk neçûn. Ji ber ku neteweyî difikirin. Loma dibêjim: Ji ber xwevekşandina ji parlemena kurdistanê ya neviyê Îbrahîm Ehmedê li ser bîr û raya bi lîstikên li gor daxwazin dagirkeran dê tu caran bi sernekeve. Wê serketin ya gelê Kurd, pêşmprgeyên qehreman û Barzaniyên neteweperest be.

Kurdên welatparêz, kurdên welathêz, kurdên dilsozên gelê xwe vê baş bizanibin, têkçûn an ji holê rakirina Barzaniyan tê wateya ku wê ev ê bibe ji holê rakirina herçar perçên Kurdistanê. Heger hûn naxwazin weke kole û bindest bimînin, divê hûn jî êdî helwestên xwe eşkere bikin.

Di vê rewş û aloziyên zîz de, bêdengbûna, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û hemî bêşên ji welatê xwe hez dikin, ne rewa ye. Loma divê em hemî bi hevre bi yek dengî biqîrin û bêjin:

Bes e êdî ji destên xaîn, xweroş ê nokerên dagirkeran. Bi hêz û qawetên xwe, bi bîrewerî û mejiyên xwe yên Kurdistanî, xwe li dor Barzaniyan bicivînin da ku em jî bibin xwedî dewleta xwe… Bê dewletê mirin e, xwelîserî ye. Koletî û rezîlî ye.

Divê êdî hûn endamên vî miletê qedîm, bi deng û rengên xwe bibin parasvanên gelê xwe. Bibin dîwarekî ji pola ku xaîn û xwefiroşên kurd êdî li wî dîwarê asê bimînin.

Ya Kurdistan ya neman.