Serokwezîrê Îraqê di derbarê êrîşa ser Kormorê de lijneyeke hevpar a lêkolînê pêk anî

Serokwezîrê Îraqê di derbarê êrîşa ser Kormorê de lijneyeke hevpar a lêkolînê pêk anî

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî, îro Duşemê (9ê Mijdara 2026an), piştî hevahengiya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, ferman da ku lijneyeke hevpar a lêkolînê li ser êrîşa tawankarî ya ku li ser Zeviya Kormorê ya Gazê ya li qezaya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hatibû kirin, bê pêkanîn.

Li gorî agahiyên destpêkî ku ji aliyê Fermandariya Giştî ve hatine belavkirin, armanca vê lijneyê eşkerekirina hûrgiliyan, naskirina sedeman û girtina bikerên vê destdirêjiyê ye. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku di vê êrîşa dawî de ti zirarên canî çê nebûne û lêkolînên zeviyê berdewam in.

Ev biryara Hikûmeta Federal piştî wê yekê tê ku duh Yekşemê (8ê Mijdara 2026an) êrîşeke din a dronî li nahyeya Qadirkeremê kerta “zeviya kevn” a Kormorê ku taybet e bi berhemanîna gaza malan (LPG) armanc girt. Her çend ji ber zengila hişyariyê û çûna karkeran bo penagehan ti zirarên canî nehatin tomarkirin jî, encamên êrîşê bûn sedema şewateke mezin, zirarên madî yên zêde û rawestandina temamî ya berhemanîna gazê.

Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007an ve ji aliyê kompaniya Dana Gas ve veberhênan lê tê kirin û ji sala 2008an ve di qonaxa berhemanînê de ye, şaneke stratejîk e ku xwedî zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî ye. Ev zevî rêjeya %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya torên lûleyan gazê ji santralên Hewlêr û Çemçemalê re vediguhezîne.