Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk derbarê geşedanên dawî yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatîfê bang li hêzên siyasî, bi taybetî li PDK û YNKê kir ku pirsgirêkên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin û tekez kir ku di vê qonaxa krîtîk a Rojhilata Navîn de, yekîtiya neteweyî ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê pêdiviyeke sereke ye.
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd bi sedan sal in berdêla giran a cudabûn û parçebûna navxweyî dide. Însiyatîfê destnîşan kir ku ezmûnên dîrokî nîşan didin ku bêyî yekîtiyê, Kurd her gav li hemberî êrîşên derve bêparastin mane û lawaz ketine.
Metirsiya li ser Statuya Herêmê
Daxuyaniyê bal kişand ser statuya Başûrê Kurdistanê ku bi berdêlên mezin hatiye bidestxistin û wiha hat gotin: “Mixabin ku ji ber pirsgirêkên navxweyî, nîqaşên li ser statuya Başûrê Kurdistanê jî derketin holê. Gelê me bi fikar e ku pirsgirêkên di navbera hêzên Kurd de kûrtir bibin û statuya Kurd a li Başûr lawaz were xistin.”
Hişyariya Dîrokî: Dem Ne Dema Berjewendiyên Partî ye
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi bîr xist ku ji Komara Mehabadê heta jenosîda Enfalê û şerê navxweyî yê salên 90î, encamên bêtifaqiyê her tim giran bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rojhilata Navîn di qonaxeke krîtîk re derbas dibe, hêzên navneteweyî rêveberiyên navendî xurt dikin û hêzên herêmî tifaqên nû li dijî Kurdan ava dikin.
Ji ber vê yekê, însiyatîfê bang li pêşeng û rêvebirên Kurd kir ku hişyar bin û wiha pê de çû: “Baweriya me ew e ku her du hêzên Kurd YNK û PDK dê karibin pirsgirêkên xwe yên navxwayî bi rêya dîyalogê çareser bikin. Di nava van şert û mercên dijwar de dem ne dema berjewendiyên takekesî an partîyî ye, dem dema desthevgirtinê ye da ku gelê Kurdistanê were parastin.”
Banga ji bo Nûkirina Peymana Stratejîk
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku statuya Başûr bi saya peymaneke stratejîk a hevpar hatiye bidestxistin û divê ev peyman neyê rakirin, berevajî wê bi armanca xurtkirina yekîtiyê were nûjenkirin.
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk banga xwe wiha bi dawî kir: “Em bawer dikin ku hêzên sîyasî dê berpirsiyariyên xwe yên neteweyî bînin cih. Lewra gelê Kurd dixwaze ku Helebçê dest bide Duhokê û Hewlêr dest bide Silêmaniyê da ku tu hêzên biyanî nikaribin xetere li ser statuya sîyasî çêbikin.”