Îlana HEVBENDÎ û Operasyonên Dewleta Tirk

Îlana HEVBENDÎ û Operasyonên Dewleta Tirk

Şeyhmus Ozzengin

HEVBENDÎ, ev demek dirêj e ku xebatên xwe yên amadekarî û organîzasyonê dimeşand. Piştî danûstandinên berfireh, nîqaşên kûr û organîzekirina çend konferansên girîng, di 7ê Mijdar a 2026an de damezrandina xwe bi fermî îlan kir. Di îlana xwe de, ev tifaq — ku ji piralîyên Kurd û kurdistanî pêk tê — wekî “tifaqek stratejîk” hat binavkirin.

Ev gava nû, ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê, modelek nû û pêvajoyek nû derxist ber me. Her kurdê ku xwedî hest û ramanên neteweyî ye, xwe di nav vê programê de dît û piştgirî da vê modela nû. HEVBENDÎ, wekî deng û hêzeke nû, hêviyeke nû ji bo yekitiya kurdan û berxwedana li hember dagirkeriyê afirand.

Lê di saetên pêşîn ên îlana konferansê de, saziyên kur û raya dewleta tirk û devşîrmeyên wê, bi zimanekî tehdîtkar, biqirêj û nîjadperestî êrîşî HEVBENDÎyê kirin. Wan gazî qadî û walîyên xwe yên kolonyal kirin û dest bi nîjadperestiya xwe ya kevneşopî kirin.

Ev sed sal e ku em Kurd û dewleta tirk rûbirûyî hev in. Di dîroka van sed salên reş de, miletê Kurd di siyaseta barbar a vê dewletê de rûbirûyî gelek tecrûbe û pêvajoyên jenosîdkar bûye. Yekemîn û herî girîng tecrûbeya ku me ji vê dewletê girt, ev e: ji bo Kurd û Kurdistanê, di ti pêvajoyan de, dewleta tirk nebûye û nabe dewleta kurdan. Hiqûq qet nehatiye bikaranîn û Kurd rûbirûyî hiqûqekî dewletê an jî navneteweyî nebûne. Her gava ku kurdan avêtiye, li hember xwe polîs, hêzên paramîlîter, îstîxbarat û nîjadperestiya tirk dîtiye. Rêya şîdetê, terorîzekirinê, kuştinê, zindankirinê û tehdîdan her dem hatiye meşandin.

Ji aliyekî ve, behsa “pêvajoyeke nû”, “Tirkiyeyeke bêteror” û “aşiti”yê tê kirin. Ji alîyekî de li Îmraliyê “sekreterya” û dezgehên nû ava dikin, bi Ocalan û hevalbendên wî re diaxivin û dixwazin kurdan “entegre” bikin, bihilînin û bikin tirk; Ji aliyê din ve jî, bi destpêka sibehê re digirin ser malên kurdperweran û bi dehan malbatên kurdperwer dixin nav operasyonên terorîzekirinê û zextê.

Di vir de pir zelal diyar dibe ku dewleta tirk, ji bo siyasetê ku li ser kurdan dimeşîne bigihêje armanca xwe, naxwaze ku dengekî cuda, hêzeke cûdaxwaz û serbixwe derkeve holê. Di nava çend rojan de biryara terorîzekirin û operasyonan da! Dadgehên dagirkar yên li Kurdistanê, qadî û walîyên koloniyê xistin dewrê û dest bi êrîşan kirin.

Ev ne tiştekî nû ye. Em dewleta tirk, siyasetê vê dewletê û “hiqûqê” wê baş dizanin. Em dizanin ku heta Kurdistan di bin lingê dagirkaran de be, dewleta tirk qet demokratîze nabe, hiqûq nayê bikaranîn û em Kurd her rûbirûyî êrîşên polîs, dezgehên tarî û paramîlîter û bi kuştin û zindankirinê bên tehdîtkirin. Ev pir diyar e û hewcedariya wê bi teoriyên kûr nîne.

Em Kurd in û Kurdistan welatê me ye. Dewleta tirk welatê me dagir kiriye û hemû mafên me binpê kiriye. Em doza miletê xwe û welatê xwe dimeşînin. Ti hêviya me ji dewleta tirk — ku mafê me bide me — tine ye. Em dezgeh û mekanîzmayên xwe yên temsîl û biryardanê bi xwe ava dikin û derdikevin hember dagirkeriya vê dewleta barbar. Em doza mafê xwe û axa xwe dimeşînin. Miletê Kurd qet ji vî mafî feragat nake.

Tirsa rastîn a dewleta tirk, metirsiya wê, di van çend hevokan de ye; ne di “teror” û tiştekî din de ye. Tevgerek ku tenê deh roj e daxuyanî daye û ji daxuyaniyê pê ve ti bangeke din a wê tine ye, çawa dibe ku dewleta tirk bi hezaran hêzên paramîlîter li ser malên bi dehan bajaran bigire?

Di vir de pir zelal tê dîtin ku derdê dewleta tirk ne “teror” e û ne jî “hêza çekdar” e. Derdê wê, deşîfrekirina plan û projeyên dewletê ye, ku bi hevalbendên xwe re li ser kurdan dimeşîne. HEVBENDî ev rol girt ser xwe.

Li hember kurdan, kengî hiqûq hatiye bikaranîn?

Di her hewldana kurdan de, dezgehên dewletê yên ku derketine ber me, polîs, mîlîtarîzma dewletê, dadweriya leşkerî û zindan in. Heta ku Kurdistan di bin lingê dagirkeran de be jî, ew siyaset wê berdewam be.

Em Kurd, di vê zanînê de ne ku heta miletê Kurd li ser axa xwe desthilatdariya xwe û mekanîzmayên xwe ava neke û mafê xwe bi dest nexe, dewleta tirk jî barbarîya xwe, nîjadperestiya xwe û înkara xwe wê bidomîne.