Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê (21.11.2026) pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir û di civînê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de di çarçoveya destûrê de hate kirin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya giştî û pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin. Her wiha peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de mijareke din a sereke ya civînê bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du aliyan hevnêrîn bûn ku pirsgirêk û arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ya Federal de dikarin di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin, û pêwîst e destûr bibe pîvan û bingeha sereke ji bo derbaskirin û nehîştina nakokiyên navbera her du aliyan de.