PDK û YNKyê li dijî biryarên dawî yên Iraqê helwesteke hevpar ragihand: Destûr hakim e û mafên Herêmê xeta sor in

PDK û YNKyê li dijî biryarên dawî yên Iraqê helwesteke hevpar ragihand: Destûr hakim e û mafên Herêmê xeta sor in

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevpar de li ser daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê û rêkarên dawî yên hikûmeta federal, ragihandin ku divê destûr di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe hakim û binpêkirina maf û destkeftên Herêma Kurdistanê xeta sor e.

Di daxuyaniya hevpar a ku îro sêşemiyê (24.11.2026) hatiye belavkirin de, her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kirin ku daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê û pêşhat û rêkarên van çend rojên dawî yên li Iraqê, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê neçaverêkirî bûne û cihê matmayîneke mezin in.

PDK û YNKyê di daxuyaniyê de tekez kirin ku Herêma Kurdistanê ji wan mafên di Destûra Iraqê de hatine diyarkirin zêdetir tiştek nexwestiye, lê di dirêjahiya salên borî de mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin. Her du aliyan daxwaz kir ku hemû alî pabendî destûrê bin û diyar kirin: “Eger pirsgirêkek di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hebe, divê di navbera wan de destûr bibe hakem. Ji bilî destûrê, her rêkar û biryareke din a li dijî Herêma Kurdistanê, li dijî destûrê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê berhema xwîn û xebata dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftên wê xeta sor e.

Di dawiya daxuyaniya hevpar de, PDK û YNKyê piştevaniya xwe ji bo diyalog, zelalî û lihevtêgihiştinê dubare kirin û hişyarî dan ku biryarên yekalî xizmeta ewlehî û aramiya Iraqê nakin.