Sêrgî Lavrov û Nêçîrvan Barzanî wê li Hewlêrê bicvin

Tê çaverê kirin, wezîrê derve ê karên Rûsya a federal, di destipêka meha Oktoberê de, serdana Îraqê û ‌‌‌herêma Kurdistanê bike û li gel rayedarên Hewlêr û Bexdayê hevdîtinan pêk bîne.

Cîgrê wezîrê karên derve ê Rûsyayê, Mîxayl Bogdanof ragihand, di destipêka meha dahatî a Oktoberê anku cotmeha îsal de, Sêrgî Lavrov, wê serdana Bexda a paytexta Îraqê bike û li gel hevtayê xwe û mezne berpirsên hikûmeta Îraqê bicve.

Her wiha dyar kir, piştre jî, wezîrê karên derve ê Rûsyayê wê serdana Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bike û li gel mezne berpirsên herêmê jî çendîn hevdîtnan pêk bîne.

Bogdanov herwiha da xuya kirin, di serdana xwe a jibo Hewlêrê de, Lavrov wê li gel serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û serok wezîr, Mesrûr Barzanî hedvîtnan pêk bîne.

Ev serdana Lavrov dibe a yekemîn jibo Herêma Kurdistanê, li dema dest bikar bûna Nêçîrvan Barzanî weke serokê herêma Kurdistanê, wezîrê karên derve ê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov bi rêya balyozê welatê xwe ê li Bexdayê, Maksîm Makismov pîrozbahî li wî kirbû.

Herêma Kurdistanê û Rûsya a federal, li van salên dawyê, têkilyên xwe herî xurt kirine taybet di warê enerjîyê de, ku lihevhatneke mezn li gel kompanyaya Rosneftê a hikûmeta Rûsyayê îmza kirîye û li gorî wê, Rûsya wê neftê li Herêma Kurdistanê derxe.

Serokê herêma Kurdistanê  û Sêrgî Lavrov di dema brêveçûna korbenda aborîya cîhanî de li Sant Peterisborga Rûsyayê, bi hevre civyabûn û tekezî li ser pêşxistna têkilyên dualî kirbûn.

Pustên heman beş