Tirkiyê navçeya aram bi Emerîkayê gotubêj dike

Gotubêj û civînên Emerîka û Tirkiyê jibo diristkirna navçeya aram a li bakorê Sûrîyê berdewam dikin, jibo wê amancê jî, tê çaverê kirin şandeke ast berz a supayê Emerîka jî serdana Tirkiyê bike.

Îro roja sêşemî, wezareta berevanî a Tirkiyê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, her yek ji Stîvin Tuytî fermandarê arteşa Emerîka li Ewropayê û Tomas Bêrgîson cêgirê fermandarê Sênt Komê anku komîta navendîya arteşa Emerîkayê, wê serdana Tirkiyê bikin.

Herweha da xuya kirin, şanda arteşa Emerîkayê wê li gel heyeta erkana arteşa Tirkiyê civînan pêkbînin û gotubêja navçeya aram bikin.

Wezareta berevanî a Tirkiyê, di beyanê de di derbara navçeya aram de ku wê li rojhelata firatê were dirist kirin, eşkere kirîye, kar û çalakyên diristkirna wê navçeyê berdewam dikin.

Pustên heman beş