Emîndarê giştî ê Hizbulla a Lubnanî, şevê din behsa cengeke mezin kir ku ayetullayê Xamineyî, fermandarî û serkêşîyê lê dike, her wiha dibêje: morla me bi dorpêçan lawaz nabe.
Hesen Nesrulla, şevê din di rêwresma Aşorayê a roja 10 meha Muheremê, di civînekê de, behsa pêşhatên herî dawî ên alozyên navçeyê û dijiminatîya Emerîka û Îsraîlê kir û got: niha emê di cengeke herî mezn de li dijî her yek ji Emerîka û Îsraîlê û ayetulla Elî Xamineyî ê raberê şorişa îslamî a Îranê, fermandarî û serkêşîya wê cengê dike.
Nesrulla herweha dibêje: peyama wan jibo Donald Tirampê serokê Emerîkayê û herweha Binyamên Netenyahoy ê serok wezîrê Îsraîlê re, gelekî zelale, ew jî ku tu zirar û zîyan ji sedema tu fişar û dorpêçekê na gîhije murala wan û ew serî jibo wan nadanin.
Nesrulla ê Emîndarê Hizbullayê demeke ji asta gefên xwe jiboy
Îsraîl û Emerîkayê zêde kirine, bi awayekî ku bûye cihê henekan li cem rayedarên Îsraîlê ku tu gîrnigîyeke weha bi wan gef û hoşdaryên Nesrullay nadin.