Mesrûr Barzanî derbarê şorişa îlonê peyamek weşand

Serok wezîrê  Herêma  Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê şorişa Îlonê de weşand ku ev jî naveroka peyamê Serokwezîre:

Îro 58 sal biser destpêkirina şorişa Îlonê yaku dirêjtirîn û mezintirîn şorişa gelê Kurdistanê bi Serkirdatiya Rêberê netewî ê Kurd Mistefa Barzaniyê Nemir derbas dibe.

Şorişa mezin a Îlonê ku 11ê Îlona 1961an destpêkir û seranserê Kurdistanê daye ber xwe û tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî ên Kurdistanê di bin sîbana yek Serkirdatî de li dijî sitemkar rawestan û Kurdistan bibû penageheke aram bo tevahiya azadîxwazên Îraqê.

Em di demekê de şorişa mezin û ew pêşmergeyên qehreman ên ku beşdariya şorişê kirine bibîr tînin, buha û pirensîbên binirx yên şorişê jî di bîra me dene, weke berxwedan, bihevre jiyan û yekgirtî bûna xelkê Kurdistanê, ku hertim cêyê serfirazî ne bo me û omîd dikin ku her tim bi zindî bimînin.

Xelkê Kurdistanê jî biheman canê tebayî û yekrêzî berevanî ji maf û destkeftên xwe bikin.

Silav li pêşmergeyên qehreman yên şorişa mezin a Îlonê

Serê rêzdarî bo şehîdên Kurdistanê

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

10 Îlona 2019

Pustên heman beş