Alîkarê fermandarê hêzên Ewropayê a Emerîkayê general Stepihen Tutî û alîkarê fermandarê hêzên navenda Emerîkayê general Tomas Bergeson ji bo ku li ser sînorê Sûryê lêkolînan bikin hatin Ruhayê.
General Stepihen Tutî, Tomas Bergeson û heyeta Emerîkî piştî hevdîtnên li Enqereyê bi balafireke taybet ve hatin balefirgeha Gapê a Ruhayê.
Endamên heyeta arteşa Tirkiyê pêşwazî lê kirin û bi karwanekê ku ji 10 otombîla pêk tê ber bi navçeya Akçakale a li ser sînorê Sûryê bi rê ketin.
Hat ragihandin ku general Stepihen Tuttî û Tihomas Bergeson wê li navenda operasîyona hevpar a yekgirtîya ku ji bo herêma Bewle li Akçakaleyê hatîye avakirin bi heyeta artişa Tirkiyê re hevdîtnan bikin.