Li sêrtê operasîyonek li dijî PKK dest pêkir

Hêzên arteşa Tirkiyê îro operasîyon li dijî partîya karkerên kurdistanê PKK li sînorê bajarê Sêrtê ê bakûrê Kurdistanê destipêkrin.

Li gorî beyaneke nivîskî a walêtîya Sêrtê, îro roja çarşemî, hêzên arteşa tirkiyê dest bi operasîyoneke berifreh li sînorê bajarê Sêrtê kirin, di encamê de, 10 şikbarên PKK hatin desteser kirin.

Walitîya Sêrtê eşkere kirîye, tîmên midûrya ewlehya bajêr li hemberî kesên li ser navê PKK xebata xwe destipêkirine.

Her wiha li navenda bajêr, li hin navunîşanan operasîyoneke hevdem hat destipêkirin û 10 kesên şikbar hatin desteser kirin.

Pustên heman beş