Mît û hêzên arteşa Tirkiyê li Qendîlê operasîyon kirin

Teşkîlata îstixbarata neteweyî (mît) û hêzên arteşa Tirkiyê, li 19ê tebaxê li dijî avahîyeke partîya karkerên kurdistanê ku li Qendîlê ji bona xebatên perwerdeyê dihat bikaranîn operaîsyon hat kirin.

Li gor agahîyan di avahîya ku bi operasîyona mît û hêzên arteşa Tirkiyê li Qendîlê hat kirin, Guluzar Tural a, endama konseya rêvebir a KCK bi nasnavê “Pelşîn Tolhildan” ku di kategorbîya sor de lê digerîyan û Salîha Kaytara, endama konseya rêvebir a KCK a şaxa jinan a rêxistna bi nasnavê “D. Jîyan Garzan” jî di avahîyê de bûn.

Hat tesbîtkirin Guluzar Tural di sala 1993yan de tevlî PKK bûye, demekê li Herêma Erzincanê maye û perwerde dîtye.

Turala di salên 1999-2003an de di konseya serokatîyê a KCK de cî girtîye, îsal jî bûye endama konseya rêvebir a KCK û di komîteya perwerdeyê de bû.

Hat tesbîtkrin Salîha Kaytar piştî ku li zanîngeha Dicleyê perwerdeya pizîşkî dibîne, li sala 1993yan de wexta li Amedê li nexweşxaneyê dixebite, tevlî KCK dibe, di 2006-2009an de wek berpirsyara KCK li Rûsyayê kar dike, li adara 2011an li Qendîlê li nexweşxaneyê wek cerah wezîfedar dibe û îsal jî di nav konseya rêvebir a KCK de cî digre.

Pustên heman beş