Emerîka û Tirkiyê gera çaremîn li navçeya aram kir

Arteşên tirkiyê û Emerîkayê, îro dest bi gera çavdêrîyê a çaremîn li navçeya aram a rojhelata Firatê, li rojava yê Kurdistanê kir.

Li gor arteşa tirkiyê, îro hinek yekeyên arteşên Tirkiyê û Emerîkayê bi hevbeşî, dest bi gera çaremîn a çavdêrîyê li navçeya aram a rojhelata Firatê, li rojava yê Kurdistanê kirin, kopterên cengî jî tevlî gera îro bûne.

Gerên hevbeş ên Tirkiyê û Emerîkayê, li navbera girê spî û serê kanîyê ên rojava yê Kurdistanê tên kirin.

Arteşên Tirkiyê û Emerîkayê, di çarçûveya yekemîn benda li hevhatina navçeya aram a li navbera Enqerê û Waşintonê de, wê berdewam gerên hevbeş li navçeya aram pêkbîne.

Pustên heman beş