Tiramp: sizayên ser Îranê wê werin sist kirin

Serokê Emerîkayê îdîaya wê yekê dike ku siza û dorpêça li ser Komara îslamî a Îranê wê werin sist kirin.

Hat îdîa kirin Donald Tiramp ê serokê Emerîkayê, erênî li pêşnîyaza Firansayê dinêre ku Ewropa 15 milyar dolaran bide Tehranê, ji bona Îranê di nav peymana navokî de bimîne.

Li gor nûçeyên hinek çavkanîyan, di hevdîtna Tiramp û Emanuel Makronê Serok komarê Firansayê de ku li 2 heftî ên pêşî niha hatibû kirin, Tiramp pêşnîyaza Firansayê a ku Ewropa 15 milyar dolaran bide Tehranê yan jî dorpêçan li ser neftê sist bike ku ji bona Îranê di nav peymana navokî de bimîne, red nekirîye.

Li gor agahîyên çavkanîyan, tevî Mîayk Pompêyo wezîrê karên derve ê Emerîkayê û rayedarên wezaretê, erênî li pêşnîyaza Makron dinêrin û tê texmînkirin ku tramp jî pêşnîyaza Makron qebûl bike yan jî biryarê bide ku dorpêça li ser wî welatî were sist kirin.

Pustên heman beş