Serokê Îranê hoşdarî dan Emerîkayê û xwast ew welat dest ji fişar û dorpêçan berde ku bi nerîna wan, qazanca fişaran tuneye.
Hesen Rohanî, Serokê komara îslamîya Îranê îro di peyvekê de ku kenala fermî a dewletê pexşa wê kir got: êdî Îran wê dest ji pabend bûna xwe bi bendên lihevhatina navokî a li gel welatên pênc ku yêkê berde.
Serokê Îranê hoşdarî jî dan Emerîkayê û ji îdareya wê xwast dest ji sîyaseta fişar xistna ser Îranê berde.
Rohanî dibêje: Tehran wê li gurey pêwîstîya xwe pabend bûna bi lihevhatina navokî a sala 2015 kêm bike.
Serokê Emerîkayê berîya niha dabû xweya kirin ku ewan tû giriftek nîne eger li gel Rohanî de hevdîtnê pêkbînin, li himber de Îranê eşkere kirbû ku wan tû nîyazek jibo dest pê kirina gotubêjên li gel Emerîkayê de nîne.