Fermandarên Emerîkî hatin Ruhayê

Alîkarê fermandarê hêzên Ewropayê a Emerîkayê general Stephen Tutî û alîkarê fermandarê hêzên navenda Emerîkayê general Tomas bergeson ji bo ku li ser sînorê Sûrîyê lêkolînan bikin hatin Ruhayê.

General Stephen Tutî, Tomas bergeson û heyeta Emerîkî Piştî hevdîtinên li Enqerê bi balefireke tayîbet ve hatin balefirgeha Gapê a ruhayê.

Endamên heyeta arteşa Tirkiyê pêşwazî lê kirin û bi karwanekê ku ji 10 Otombîla pêk tê ber bi navçeya Akçakale a li ser sînorê Sûrîyê bi rê ketin.

Hat ragihandin ku general Stephen Tutî û Thomas bergeson wê li navenda operasîyona hevpara yekgirtî a ku ji bo herêma Bewle li Akçakale yê hatîye avakirin bi heyeta arteşa Tirkiyê re hevdîtinan bikin.

Pustên heman beş