Îsraîlê hedefên hemasê li Xezeyê borduman kirin

Balafirên cengî ên Îsraîlê, li bakûrê Xezeyê, êrîşî pêgehên leşkirî ên tevgera hemasê kirin û hemasê zirar dîtin.

Li gor daxuyanî a arteşa Îsraîlê, hat dîyar kirin, ji ber ku hemasê ji Xezeyê moşek avêtine terefê Îsraîlê, balefirên wan ên cengî, li hedefên wê tevgerê xistine.

Di daxuyanîyê de hat dest nîşan kirin ku arteşa Îsraîlê wê hertim li dijî wan hewildanan derkeve ku zirarê didin welatî yên Îsraîlê.

Berê jî û ji ber moşekên ku hemasê ji Xezeyê avêtin û bi başûrê Îsraîlê ketbûn, arteşa Îsraîlê êrîşên asîmanî pêkanîbûn.

Pustên heman beş