Sedir li ber pîyên Xamineyî hat dîtin

Serkirdeyê herî dîyar ê Sedrîyan û ê şî’eyên Iraqê ku pêgeheke cemawerî a berifireh heye, di merasîma aşorayê de li Tehranê, li ber pîyên Xamineyî ê Rêberê şorişa Îranê rûniştî tê dîtin.

Muqteda Sedir, serkirde ê bereya sedrî ku xwedî 53 kursîyên perlemena Iraqê ye û her wiha pêgeheka herî berfireh li Iraqê heye, di serdana xwe a Îranê de ku jibo beşdarî kirinê di merasîma aşora a dehî Muhermê de ew serdan kirîye, li cem 2 serkirdeyên Îranê ên herî blind hat temaşe kirin.

Li gorî ajansa nûçeyên fars nîyozê ku ajansa fermî a Îranê ye, Muqteda Sedir digel her yek ji ayatollah Elî ê Xamineyî û herweha Qasim Suleymanî ê fermandarê feyleqa Qudsê a ser bi pasdaran ve, tevlî merasîma aşora a dehî Muhermê bûye.

Muqteda Sedir weke serkirdeyekê şî’e, bi yek ji dîyar tirîn rexnegran jibo rijêma Îranê bi sedema hejmûn û destwerdana wê a di Iraqê de tê hejmar kirin.

Piştî ajansa fars nîyozê dîmenên derketina wî li ber pîyên Xamineyî weşandin, gotubêjên herî mezn li şeqama Iraqê li pey bû.

Pustên heman beş