Li Iraqê heşda şebî balefireke diron xistin xarê

Yekîneyên heşda şebî a Iraqê, îro balefireke bê pîlot ku bi diron tên naskirin, li parêzgehî a dîyala a naverast xistin.

Heyeta fermandarîya heşda şebî a Iraqê, di beyaneke nivîskî de, eşkere kirin ku yekîneyên wan li sînorê parêzgehî a dîyala a naverasta Iraqê, balefireke bê pîlot anku balefireke diron xistin, dema ku nêzî sînorê bingehên wan bû.

Her wiha da xweya kirin, ew balefire bê pîlot, li navçeya bi navê Kenan a rojhelata Baqobe a navenda dîyala ê hat xistin û eşkere bû, ew balefire a keşfê bu.

Heşda şebî li naverasta meha Tebaxa 2019an, teqe li balefireke din a bê pîlot li nêzî baregehên xwe kirbû, hîna niha jî, ne xweya ye ew balefire ji ç derekê hatine.

Li mehên dawyê, pêgehên heşdê rastî hejmareke êrşên asîmanî bûn û sraîl dbêje: wan ew êrîş kirne.

Pustên heman beş