Şandeke hikûmeta herêma kurdistanê û heyeta serokatî a perlemena kurdistanê, îro civîyan û gotubêja hinek pirsgirêkên di nêvbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Îro roja pêncişemî, şandeke hikûmeta herêma başorê kurdistanê, serdana perlemena kurdistanê kir û ji alîyê heyeta serokatî a parlemenê hat pêşwazî kirin, ev civîn jî ji bo gûtubêja hinek pirsgirêkên nêvbera Hewlêrê û Bexdayê de hat pêkanîn.
Şanda hikûmetê û heyeta serokatîya perlemena kurdistanê, encamên dawî civînên şandên teknîkî ên hikûmeta herêmê û hikûmeta federal gotubêj kirin, her wiha kanê çi pêwîste Hewlêr bike .
Encûmena wezîrên herêma başorê kurdistanê, duh civîya bû û biryar da li hefteya dahatî, şandeke hikûmetê jibo gotubêjan biçe Bexdayê.